Li ber NY’yê çalakiya xwedî derketina li têkoşîna gerîla

Kurdistaniyan, li ber avahiya NY’yê êrîşên bi çekên kîmyewî protesto kirin û xwedî li têkoşîna gerîla derketin.

Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn bang li dewletên Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî (NY), NATO û OPCW’ê kirin ku peywira xwe bi cih bînin û di vê çarçoveyê de li ber Ofîsa NY’ê dest bi çalakiya rûniştinê ya bi sê rojan kiribûn. Sibê jî wê li ber avahiya Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (Qûaî Wîlson 47, 1201 Cenevre) saet di 13.00’î de dest bi meşê bikin û piştre wê li ber avahiya NY’ê mîtîngekê li dar bixin.

Çalakiya rûniştinê di şexsê gerîlayên HPG û YJA-Star’ê ku bi çekên kîmyewî şehîd bûn de, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Ji bo teşhîrkirina bikaranîna çekên kîmyewî û gazên bi jehrî, cilên spî li xwe kirin û pankartên bi heman armancê amade kiribûn, hildan.

LI DIJÎ BÊDENGÎ Û XIYANETÊ BERTEK NÎŞA DAN

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê Erdal Atasoy axivî û got: “Rejîma AKP/MHP’ê ya faşîst ji bo pêşeroja xwe, li ber çavên cîhanê van êrîşan dike. NY û saziyên rayedar jî bi nekirina dengê xwe, bûne hevkarên dewleta Tirk.’’

Piştî axaftina Atasoy, Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Selma Surer jî axivî û got: “Em qetilkirina zarokên Kurd bi bikaranîna çekên kîmyewî ku sûcekê şer e, qebûl nakin. Em jin û dayikên Kurd, heta ku ev êrîş rawestin û saziyên rayedar û dewlet bi erk û berpirsyariya xwe rabibin, em ê li qadan bin.’’

BANGA TEVLÊBÛNA MEŞÊ HAT KIRIN

Surer wiha dom kir: “Em, çalakiya xwe ya rûniştinê ya li ber avahiyê NY’ê bi dawî dikin. Em Kurd û dostên me, em ê sibê ji ber avahiya Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî dest bi meşê bi bikin û li ber avahiyê NY’yê meşa xwe bi dawî bikin û di meşê de daxwazên xwe bibêjin. Di serî de Kurdistanî, em bang li her kesê demokrasîxwaz dikin ku tev li meşê bibin.’’

Di çalakiyê de, li ser navê CDK ya Cenevreyê ji aliyê Ramazan Baytar ve metinê ji bo çapemeniyê hatin xwendin û bi berzkirina dirûşmeyên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û gazên bi jehrî, xwedî li têkoşîna gerîla hat derketin.