Li ber NY’ê komkujiyên meha Kanûnê hatin protestokirin
Di çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Cenevreyê de, kesên di komkujiyên meha Kanûnê de jiyana xwe ji dest dane, hatin bibîranîn.
Di çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Cenevreyê de, kesên di komkujiyên meha Kanûnê de jiyana xwe ji dest dane, hatin bibîranîn.
Di çalakiya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Cenevreyê dewam dike de, kesên di komkujiyên meha Kanûnê de jiyana xwe ji dest dane, hatin bibîranîn.
Çalakiya rûniştinê ya ku di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve her roja Çarşemê li ber nûnertiya NY’ê ya li Cenevreyê tê lidarxistin, dewam dike.
Çalakiya vê hefteyê ji bo kesên di Komkujiya Mereş a 1978, Komkujiya Girtîgehan a 2000’an û Komkujiya Roboskî ya 2011’an de jiyana xwe ji dest dane û ji bo Dayika Taybet a di dema xwerêveberiyê de cezayê wê 7 rojan li kolanan hatibû hiştin, bi deqeyekî rêzgirtinê destpê kir.
Li ser navê komîteya çalakiyê ya Cenevreyê Mustafa Altunbaş axivî. Altunbaş kesên di komkujiyên meha Kanûnê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got ku dîroka dewleta Tirk dîroka komkujiyan e. Altunbaş greva birçîbûnê ya girtiyan silav kir.
Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK) a Cenevreyê Tûba Yilmaz jî di çalakiyê de axivî û got: “Ev pergala tecrîdê û êşkenceyê 35 meh in zêdetir bûye û li dijî mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî xistine dewrê.” Tûba Yilmaz diyar kir ku ew ê heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadan bin.
Tûba Yilmaz banga tevlîbûna meşa navendî kir ku wê di salvegera Komkujiya Parîsê ya 2’emîn de bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ve di 23’ê Kanûnê de li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bê lidarxistin û wiha got: “Em li Cenevreyê bang li gelê xwe yê çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dikin. Em her tim li kolanan têbikoşin. Di têkoşîna me de wê berxwedana me ya li dijî tecrîdê bi ser bikeve. Em gelê Kurd û dostên wan ji bo rakirina tecrîdê çalakiyên xwe bidomînin û her tim li qadan bin. Di vê çarçoveyê de em komîteya çalakiya Cenevreyê cihê xwe di meşên ku di 23’ê Kanûnê de li Zurîhê û di 6’ê Çîleyê de li paytexta Fransa Parîsê bê lidarxistin bigirin ku bi daxwaza eşkerekirina komkujiyan û hesap xwestina ji berpirsyaran bê lidarxistin.”