Li ber Konsolosxaneya Fransa ya li bajarê Hambûrg a Elmanyayê ji bo şehîdên Komkujiya Parîsê yek ji avakarên PKK’ê Sakîne Cansiz, dîplomata Kurd û nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez çalakiya edaletê hat lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya pêkhateyên Meclîsa Jinê ya Rojbîn a Hambûrgê ve hat lidarxistin. Di çalakiyê de al û wêneyên şehîdan hatin hildan. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Kujer Tirkiye” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Di çalakiyê de di şexsê yek ji avakarên PKK’ê Sakîne Cansiz, dîplomata Kurd û nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin û Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdûrrahman Kizil ên 23’yê Kanûna 2022’an li Parîsê hatin qetilkirin, ji bo giyanê şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.
Li vir ewilî li ser navê Meclîsa Jinê ya Rojbîn a Hambûrgê Zîlan Botan axivî. Botan anî ziman ku lêgerîna edaletê berdewam dike û got: “Divê dewleta Fransa di vî alî de gavan biavêje. Heta ku hûn vê nekin, hûn şirîkê vî sûcîn e.”
Piştre daneza bi zimanê Elmanî hat xwendin û banga tevlêbûna meşa 6’ê Çileyê ya li Parîsê hat kirin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Kujer Tirkiye-Erdogan” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.