Li ber avahiya NY‘ê çalakiya rûniştinê hate destpêkirin

Kurdistaniyên ku li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin, bi maskeyên gazê û berdilkên spî bal kişandin ser sûcên dijmirovî yên dewleta Tirk.

Li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, li dijî êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk dest bi çalakiya rûniştinê hat kirin. Kurdistaniyan sibehê zû konê berxwedanê veda û komkujiya Dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê û piştgirê rûyê qetilker ê NATO’yê teşhir kirin. Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK û KCK'ê hatin hildan. Çalakî bi daxuyaniya bi zimanê Fransî dest pê kir.

Di daxuyaniyê de, hat xwestin ku NY dawiyê li hevkariya xwe bi Tirkiyeyê re bîne.

Êvarê komek ji nav çalakvanan maskeyên gazê dan ber dev û difinên xwe, berdilkên spî li xwe kirin û li ber deriyê pêşî yê NY’ê çalakî kirin. Di çalakiyê de bal kişandin bi ser bikaranîna gazên bi jehrî yên dewleta dagirker.

Polîsên kantonê xwestin li nasnameyan binêrin, lê girseyê destûra vê yekê neda.

Endama Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) Gulten Yavûz a ku ji Baselê tevlî çalakiyê bû, destnîşan kir ku dem dema zêde kirina piştevaniyê bi gelê Kurd û gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku li dijî êrîşên hovane yên dewleta Tirk li ber xwe didin.

Şehnaz Kaya ya ji Zurîhê hat jî bal kişand li ser xiyaneta PDK’ê û got: “ PDK her dem bi xeta xiyanetê digire û dikeve hewla pûç kirina destkeftiyên gelê Kurd. Li her cihê ku em lê ne, em ê teşhîrkirina dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê dewam bikin û li berxwedana gêrîla xwedî derkevin.“

Gazî Ergînê 85 salî yê bavê du şehîdan jî tevlî çalakiyê bû.

Ergîn got ku gelê Kurd wê wek her car piştevaniya gêrîla bike û hemû êrîşên dagirkirinê pûç bike.