Li Belçîkayê mamoste ketin grevê
Li dibistanên li herêma Federasyona Valon-Bruksel a Belçîkayê, vê Duşemê greva mamosteyan bi tevlîbûneke berfireh destpê kir.
Li dibistanên li herêma Federasyona Valon-Bruksel a Belçîkayê, vê Duşemê greva mamosteyan bi tevlîbûneke berfireh destpê kir.
Nêzî 120 hezar mamoste, ji bo şermezarkirina tedbîrên teserûfê yên hikumeta MR-Engages plan dike li qada perwedeyê bike, dest ji kar berdan.
Sendîkayan diyar ikrin ku grev li dijî teserûfa ku wê bandoreke giran li xwendekaran, malbatên wan û kedkarên perwerdeyê bikin hişyariyek e û gotin, "Ev ne rojeke betlaneyê ye, rojek têkoşînê ye ku perwerdeya cemaweriyê û mercên kar diparêze."
Li seranserê welêt çalakiyên cihêreng têne lidarxistin. Li Brukselê bi rengekî sembolîk çelenk li pêşiya avahiya hikumetê hate danîn, li gelek bajarên Valonê meş, konvoyê 'pêşveçûna hêdî' û çalakiyên şermezarkirinê yên bi navê 'nobeda şînê' têne lidarxistin.
Li gorî plana teserûfê ku bûye cihê nerazîbûnê, tê payin ku ji sala bê û pê ve di budçeya perwerdeyê de 86.7 milyon Euro bê kêmkirin.
Sendîkayên mamosteyan diyar kirin ku baweriya bi hikumetê êdî bi temamî ji holê rabûye.
Di 25'ê Mijdarê de li xizmetên cemaweriyê hemûyan wê greveke nû bê kirin.