Xwepêşandan, wekî berdewamiya plana çalakiya sendîkayan a ku ev nêzî sal û nîvekê ye li dijî reformên hikûmeta Arizona û li dijî sererastkirinên wê yên civakî û aborî tê meşandin, pêk hat.
Di navenda xwepêşandanan de reformên teqawîtbûnê û planên guhertina di pergala endekskirina otomatîk a mûçeyan de hebûn. Sendîka hikûmetê bi lawazkirina hêza kirînê ya karkeran tawanbar dikin û di vê serdemê de ku bihayên enerjiyê bilind dibin, daxwaza parastina mûçeyan dikin.
Serokê ACLVB-CGSLB Gert Truyens got, “Em hikûmetekê naxwazin ku gava li gora karê wan be pesna diyaloga civakî bide û gava ne li gora wan be jî tune bihesibîne.” Nûnerên FGTB û CSCyê jî rexne li hikûmetê girtin ku pêşniyarên alternatîf ên sendîkayan ên derbarê endekskirina mûçeyan de li ber çavan nagire.
LI GORÎ POLÎSAN 40 HEZAR KES MEŞIYAN
Li gorî daxuyaniya polîsên Brukselê, nêzî 40 hezar kes beşdarî xwepêşandanê bûn. Tê diyarkirin ku hejmara rastîn pir zêdetir e. Meş ji derdora Gare du Nordê dest pê kir û di ser rêya kemberî ya piçûk re heta stasyona Bruxelles-Midi berdewam kir.
Hat ragihandin ku di beşa dawî ya meşê de, hinek aktîvîstên antîfaşîst li ber avahiya navenda "Mouvement Réformateur" fîşekên hewayî û hinek tiştên din avêtine, lê pevçûneke giran bi polîsan re çênebûye.
DI VEGUHASTINÊ DE ASTENGIYÊN MEZÎN
Ji ber xwepêşandanê, li seranserê welat veguhastin bi awayekî giran bandor bû. Li Balafirgeha Brukselê ji nîvî kêmtir geşt hatin kirin, li Balafirgeha Bruksel-Charleroi jî hemû geşt hatin betalkirin.
Di torên veguhastina giştî ya STIB, De Lijn û Le TEC de derengmayînên cidî çêbûn, lê hat diyarkirin ku veguhastina li ser rêyên hesinî hinekî asayî meşiyaye.
HIKÛMET PAŞDE GAV NAVÊJE
Tevî plana alternatîf a ku ji aliyê sendîkayan ve hatibû pêşkêşkirin, hat ragihandin ku hikûmet di formula niha ya endekskirina mûçeyan de guhertinan nake.
Wezîrê Karên Civakî Frank Vandenbroucke daxuyand ku hikûmetê di mûçe û alîkariyên civakî de tenê pergala endekskirina qismî bidomîne. Tê payîn ku kabîneya serekî ya hikûmeta federal roja çarşemê bicive û helwesta xwe ya dawî ya derbarê pêşnûmeqanûnê de diyar bike.