Li Belçîkayê 4 kes ji ber êrîşên nijadperestî yên li dijî Kurdan hatin cezakirin

Li herêma Limburg ê Belçîkayê komek nijadperest ên Tirk êrîşê Kurdên ku ji pîrozbahiya Cejna Newrozê vedigeriyan kiribûn. Di doza ku dewam dikir de 4 kes hatin cezakirin.

Dadgeha Cezayê Hasseltê, biryara xwe ya derbarê êrîşên nijadperestî yên li dijî malbatên Kurd ên li Heusden-Zolder û Houthalen-Helchteren de ku di 24’ê Adara 2023’yan de pêk hatibû, eşkere kir.

Êrîş di demeke ku welatiyên Kurd ji pîrozbahiyên Cejna Newrozê ya li Elmanya vedigeriyan de pêk hat. Tirkekî 28 salî bi hinceta ala PKK’ê êrîşî wesayîta welatiyek Kurd ê 20 salî ê ji Rojava û xwişka wî ya 35 salî kir û ev yek bû sedema şer û pevçûnê.

Dadgehê ji bersûcê Tirk re 90 saet û ji welatiyê Kurd re jî 70 saet cezayê xizmeta civakî da. Jina ciwan hat beraetkirin.

ÊRÎŞA BI KEVIR Û BENZÎNÊ

Piştî êrîşên nijadperest, mala malbateke Kurd bi keviran hate hedef girtin û hewl hate dayîn ku bi benzînê were şewitandin. Malbat neçar ma sê saetan di malê de xwe veşêre, ev bûyer bi destwerdana polîsan bi dawî bû. Kesê ku mal hedef girtiye di dîmenên kameraya ewlehiyê de hatibû tesbîtkirin. Ji bo bersûcê ku neçû dadgehê, 6 meh cezayê girtîgehê, 400 euro cezayê pereyan û 800 euro jî cezayê tazmînatê lê hate birîn.

LI SER MEDYAYA FERAZÎ GEF Û PROVOKASYON

Di dozek din de, kesekî 31 salî di komeke WhatsAppê de banga êrîşên li ser Kurdan kir. Dadgehê 70 saet xizmeta civakî û 400 euro jî cezayê pereyan lê birî.