Li Baselê ji bo Rojava çalakî hat lidarxistin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava li bajarê Basel ê Swîsreyê hat şermezarkirin.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava li bajarê Basel ê Swîsreyê hat şermezarkirin.
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Ciwanên enternasyonalîst di çarçoveya çalakiya ku ji aliyê Komîteya Rojava ya Enternasyonal ve hat lidarxistin de li qada Claraplatzê li hev civiyan û êrîşên li dijî Rojava şermezarkirin.
Di çalakiyê de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û wiha hate gotin: “Divê hemû hêzên şoreşger û paşverû li dijî emperyalîzm û faşîzmê bibin yek û bang li hemû gelên bindest bikin ku li dijî zaliman rabin."
Ciwanên enternasyonalîst ku li qada Claraplatzê li hev civiyan, di nava bajêr de meşiyan. Meş nêzî saetek dewam kir û piştre bi dawî bû.