Li Basel û St Gallenê nîqaşên malbata demokratîk
Li bajarê Basel û St Gallen a Swîsreyê perwerde û nîqaşên di çarçoveya Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de didomin.
Li bajarê Basel û St Gallen a Swîsreyê perwerde û nîqaşên di çarçoveya Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de didomin.
Li bajarê Basel û St Gallen a Swîsreyê di pêşengiya Akademiya Jineolojî ya Swîsreyê de ev çend rojin bi tevlîbûna gelek jinan bernameyên perwerde û nîqaşên Jineolojiyê tên lidar xistin. Di perwerde û atolyoyên ku hatin lidarxistin de mijarên jina azad, veguhertina mêr û hevjiyana azad bi berfirehî hatin destgirtin û nîqaşkirin. Perwerde di bin navê, “Malbata Demokratîk Pêkan e?” hatin çêkirin.
Di derbarê perwerde û atolyeyan de li ser navê Akademiya Jineolojî ya Swîsreyê Nora Merino axivî û wiha got, “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratik di heman demê de pêvajoya komûn û komûnalitê ye. Ji bo civaka demokratik malbatekî çawa hewce dike? Her wiha eger ku di nav malbatê da zihniyet, çand û jiyanek komunal û demokratik nayê pêşxistin wê çawa di nav civakê de were pêşxistin? Malbat wekî dendikekê bingehin a civakbûyînê yekser bandora xwe li ser tevahî civakê dide çêkirin. Lewma em pêşxistina malbata demokratik wekî mijareke bingehin digirin dest.”
Di atolyoyên ku hatin çêkirin de bi taybet mijarên evîna azad û malbata demokratîk hatiye destgirtin û wek rêbazekê lêkolînê ji beşdaran pirs hatin kirin. Beşdarvanan di perwerde û atolyeyan de kar û xebatên Jînêlojiyê ya Swîsreyê nirxandin û biryardariya domandina xebatên xwe nîşan dan.
Beşdarvanan diyar kirin ku ev perwerde wek rêbazeke lêkolînê tê kirin û ji bo bersiva “Malbata demokratîk divê çawa bibe?” bibînin tê kirin. Di perwerde û atolyeyan de pirsgirêka malbat û jinan hatin guhdar kirin.