Li balafirgehên Ewropayê krîza êrîşa sîber

Di serî de Bruksel, London-Heathrow û Berlîn li gelek balafirgehên Ewropayê ji ber êrîşa sîber di dawiya hefteyê de pirsgirêkên cidî qewimîn. Bi sedan rêwitî ji ber êrîşa sîber hatin betalkirin.

Roja Şemiyê tenê li Qraliyeta Yekgirtî zêdeyî 150 rêwitî hatin betalkirin. Li Termînal 4 a Balafirgeha Heathrow gelek kes di rêzê de bûn. Gelek rêwî neçar man ku şevê li zemînê termînal derbas bikin. Hat ragihandin ku li Brukselê jî roja Yekşemê nîviya rêwitiyan hatin betalkirin.

Ji Bussels Airport berdevk Ihsane Chioua Lekhli agahî da ku roja Yekşemê ji 257 rêwitiyan 44 hatin betalkirin û 6 jî li balafirgehên din pêk hatin.

Êrîşa sîber şeva Înê bernameyeke hevpar a sê balafirgehan hedef girt. Bi têkçûna bernameyê re xebatkar neçar man ku kar û barên qeyda rêwiyan bi dest pêk bînin. Ev rewş bû sedem ku gelek kes dereng bimînin û gelek rêwîtî jî betal bibin.

DI ASTA KÛREYÎ DE ZÊDEBÛNA ÊRÎŞAN

Li gorî rayedaran di hedefa êrîşê de sîstema MUSE heye ku ev sîstem ji aliyê Collins Aerospace ve hatiye pêşxistin û bernameya şîrketên rêya hewayî ye. Ev bername ji bo gelek rêyên hewayî yên di cîhanê de tê bikaranîn.

Di dema dawî de êrîşên sîber tenê li sektora hewageriyê na; sazî û şîrketên qadên mîna tenduristî, parastin, perakende û otomotîv hedef digire. Di hefteyên borî de êrîşeke li dijî Jaguar Land Rover, li şîrketê bûbû sedemê rawestandina hilberandinê.