Şehîdên Mehê Gulana li bajarên cuda yên Swîsreyê bi çalakiyên cihêreng tên bîranîn. Bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) li bajarên Bern, Bellinzona û Aarau çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin û gelek malbatên şehîdan û nûnerên saziyan beşdar bûn.
BELLINZONA
Li bajarê Bellinzonayê, li Komeleya DEM-KURD Ticino çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Paşê sînevizyonek hate nîşandan. Di sînevizyonê de wêneyên pêşengên ku di dîroka têkoşîna azadiya Kurd de şehîd ketine û dîmenên ku pêvajoyên têkoşîna wan vedibêjin cih girtin.
Di axaftinên ku di çalakiyê de hatin kirin de, girêdana bi têkoşîna azadiya Kurd û bîranîna şehîdan re hat destnîşankirin.
Siyasetmedar Kemal Okutan di axaftina xwe de diyar kir ku ji bo mirov şehîdan fêm bike, divê serdema beriya PKK'ê baş bizanibe û got: Beriya PKK'ê, Kurd bi temamî ji xwe dest berdabû. Têkoşîn di şert û mercên bi vî rengî de dest pê kir û gihîşt îro. Heke îro ev tevger hîn jî li ser piyan be, ev bi saya berdêlên şehîdan e.
Siyasetmedar Nureddin Adalmiş jî diyar kir ku şehîd di têkoşîna azadiya Kurd de xwedî cihekî girîng in û wiha got: Şehîd dîrok e, şehîd jiyan e, pêşeroj e. Wateya bingehîn a jiyana nû ye. Şehîd, bersiva pirsa 'ka jiyaneke çawa' ye.
Di dema çalakiyê de wêneyên şoreşger û welatparêzên ku di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin û her weha dirûşmeyên azadî û pişgirtiyê hatin berzkirin. Bîranîn bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.
AARAU
Li Komeleya Mala Kurda ya Aarauyê, bi pêşengiya KOMAW, Komisyona Malbatên Şehîdan a Meclîsa Gel a Mehmet Tunç û Meclîsa Jinan a Rojbîn ji bo şehîdên Meha Gulanê çalakiyek hat organîzekirin. Gelek malbatên şehîdan ên ku li Aarauyê dijîn beşdarî bernameyê bûn.
Bername bi taştêya ku ji bo malbatên şehîdan hatibû amadekirin dest pê kir. Paşê çalakiyeke bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê berdewam kir.
Di peyama ku li ser navê KOMAW’ê hat xwendin de, bal hat kişandin ser girîngiya hatina cem hev a malbatên şehîdan û hat gotin: Dîroka têkoşîna azadiyê di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe. Ji bo em bibin şayendê şehîdên xwe yên ku em gihandine vê rojê, divê em xwedî li têkoşîna wan derkevin.
Li ser navê Meclîsa Jinan a Rojbîn Ruken Demîr axivî û diyar kir ku ew kesên ku jiyana xwe ji dest dane, ji şehîdê yekem Hakî Karer heta şehîdê Aştî û Demokrasiyê Sırrı Süreyya Onder, bi rêz û minet bi bîr tînin û got: Em sond dixwin ku em ê têkoşîna wan a ku canê xwe di oxira wê de dane, hîn berdetir bixin.
Siyasetmedar Emrullah Bîngul jî di çalakiyê de axivî û bal kişand ser pêvajoya heyî û wiha got: Di vê têkoşîna 52 salan de berdêlên giranbiha hatin dayîn. Ji bo mirov bibe şayendê wan, divê ev pêvajo bigihêje serkeftinê. Erka dikeve ser milê me jî ew e ku em wan di jiyana xwe de bidin jiyandin.
Piştî axaftinan sînevizyoneke ku jiyana şehîdên Meha Gulanê vedibêje hat nîşandan. Çalakî bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.
BERN
Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bernê jî bi pêşengiya KOMAW’ê ji bo Şehîdên Meha Gulanê çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin. Gelek malbatên şehîdan beşdarî çalakiyê bûn.
Piştî deqeya rêzgirtinê, li ser navê KOMAW’ê Alî Ergun axivî û bal kişand ser rola şehîdan a di têkoşîna azadiyê de û got: Her gava ku têkoşîn ketibû astengiyê, şehîdên me canê xwe danîn holê û ev têkoşîn gihandin serkeftinê. Bi şehadeta Hakî Karer re PKK bû partî. Her şehîdekî têkoşîn bir asteke bilindtir.
Nivîskar Îrfan Babaoglu jî bal kişand ser xebatên rêxistinbûnê yên ku Hakî Karer meşandine. Babaoglu diyar kir ku Karer her wext xwedî roleke pêşeng bû û destnîşan kir ku dewletê hewl dida têkoşîna Kurd li Enqereyê biqedîne, lê tevî vê yekê Karer û hevalên xwe piştî sala 1976'an xebatên xwe li gelek qadên Kurdistanê mezin kirin.
Babaoglu destnîşan kir ku ew beşdarî civînên wê serdemê bûye û her weha organîzasyon ji aliyê Hakî Karer ve dihatin meşandin û wî li Êlihê jî xebatên cihêreng kirine.
Burhan Karakoç jî di axaftina xwe de diyar kir ku jinên Kurd di berxwedanê de roleke girîng lîstine û got: "Jina Kurd bi tîpên zêrîn dîrok nivîsand."
Karakoç diyar kir ku gerîlayên Kurdistanê ji bo gelê Kurd xwedî cihekî dîrokî ne û bal kişand ser wê yekê ku têkoşîna hatî dayîn ne tenê tê bîranîn, di heman demê de xwedî lê tê derketin.
Piştî nîşandana sînevizyona li ser jiyana şehîdan, çalakî bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.