Gerîlayên HPG’ê Bahoz Şîlan (Musa Kaya), Cuma Goyî (Mehmet Ûrek), û Şiyar Kurdistan (Abdullah Kaya) ku di êrîşên dewleta Tirk de şehîd bibûn, li bajarê Cenevre ya Swîsreyê hatin bîranîn. Li bajarê Rapperswilê jî ji bo Kemal Eruh (Abdullah Kaya) bîranîn û serxweşî hat danîn.
CENEVRE
Artêşa Tirk di 12’ê Çileyê de êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kiribû û gerîlayên HPG’ê Bahoz Şîlan (Musa Kaya), Cuma Goyî (Mehmet Ûrek) û Şiyar Kurdistan (Ahet Quwe) şehîd bibûn. Ji bo wan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Cenevreyê serxweşî hat danîn.
Serxweşî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Berdevkê KOMAW’ê Îbrahîm Yuksel axaftinek kir.
Yûksel, bi bîr xist ku gelê Kurd di têkoşîna 50 salî de nêzî 50 hezar şehîd dane û got: “Azadî bi hêsanî nayê bidestxistin; buhayê wê giran e. Bi vê wateyê, şehîdên me rastiya gelê Kurd in.” Yuksel, diyar kir ku bi saya têkoşîna şehîdan îro gelê Kurd dikare bi hêzeke xurt li ser paşeroja xwe biaxive û wiha got: “Ger em îro li vê nuqteyê ne, ev yek bi fedakariya şehîdên me û bi saya paradîgmaya azadiyê ya Rêber Apo ye.”
Yuksel got ku têkoşîna gelê Kurd îro ber bi qonaxeke nû ve diçe û destnîşan kir ku perspektîfa çareseriyê ya Rêber Apo, ku di şert û mercên giran ên tecrîdê de li Îmraliyê tê girtin, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn jî rêyeke çareseriyê pêşkêş dike.
Yuksel got ku têkoşîna gelê Kurd êdî ketiye qonaxek nû û got ku di vê qonaxê de jiyanekî ku layiqî şehîdan bin: tenê bi yêkitî û rêxistinbûnê re pêkan e. Yuksel wiha berdevam kir ; “Yekîtî divê ne tenê di asta bîranînê de bimîne; divê di her qada jiyanê de bibe helwestekî rêxistinbûnê.”
Piştî Yuksel, ji Kurdistanê malbata Şehîd Cuma Goyî bi online beşdarî bîranînê bûn. Malbat û dayika Şehîd Goyî gotin “Şehîdê me şehîdê hemû gelê Kurdistanê ye” û bi van gotinan kêliyên hestiyar hatin jiyîn. Axaftin gelek caran bi dirûşmên “Şehîd Namirin” hat birîn. Piştî nîşandana sînevîzyona têkildarî têkoşîna şehîdan, ji aliyê malbatan ve serxweşî hatin qebûlkirin.
RAPPERSWIL
Dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9’ê Kanûna 2024’an de li bajarê Sirînê êrîşeke hewayî pêk anîbû û di encamê de şervanê QSD’ê Kemal Eruh (Abdullah Kaya) şehîd bibû. Ji bo bîranîna wî, ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Rapperswilê (DKTM) û Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ve merasîmek hat lidarxistin. Di bîranînê de ku hejmarek zêde kes beşdar bûbû, carek din girêdana gelê Kurd a bi têkoşîna azadiyê re hate destnîşankirin.
Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştre, nûnerên DKTM û KOMAW’ê axaftin kirin, di şexsê Kemal Eruh de hemû şehîdên azadiyê bi bi bîr anîn û bal kişandin ser têkoşîna gelê Kurd a ji bo aştî, demokrasî û jiyana hevpar.
Birayê Kemal Eruh, Mehmet Kaya jî beşdarî bîranînê bû û diyar kir ku birayê wî ji ber parastina jiyana hevpar a gelan bûye hedef û wiha got: “Şehîdbûyîn ji bo me ne wendabûnek e; navê rûmetê, berxwedanê û baweriya ji bo azadiyê ye. Kemal Eruh ne tenê şervanek bû, ew di heman demê de şoreşgerê rûmeta gelê xwe bû. Ji bo pêkanîna xeyalên wan em ê her tiştî bikin. Em amade ne ku piştgiriyê bidin qonaxa nû ya ku Rêbertiya me daye destpêkirin. Em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin, serê Rêbertiya me û gelê me sax be. Şehîd namirin!”
Piştî axaftinan, li ser navê malbata Abdullah Kaya serxweşî hatin qebûlkirin. Beşdaran ji malbata Kaya re sersaxî xwest û soz dan ku bîranîna hemû şehîdên di têkoşîna azadiyê de bidin jiyandin û zindî bihêlin.