Li bajarên Fransayê meş: Li hemberî dagirkerî û îxanetê Kurdistanê biparêze

Kurdistanî û dostên wan li gelek bajarên Fransayê daketin kolanan û êrîşên dewleta Tirk ên bi piştgiriya PDK'ê pêk tên şermezar kirin. Di çalakiyan de li hemberî dagirkerî û îxanetê ji bo parastina Kurdistanê banga bilindkirina têkoşînê kirin.

Li gelek bajarên Fransayê bi sedan kes li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û îxaneta PDK'ê meşiyan.

MARSÎLYA

Li Marsîlyayê bi beşdariya sedan kesî li hemberî xiyaneta PDK'ê û dagirkeriyê meşiyan û dawiyê mîtîng li dar xist. Kurdistanî û dostên wê yên saet di 13.00'an de li kolana Canabîereyê hatin cem hev bi pankartên; "Kurdistanê li hemberî dagirkerî û îxanetê biparêzin", "Dagirker û îxantker ji Kurdistanê derkevin", Partiya xiyanetê PDK" hilgirtin û bênavber dirûşma; "Bimre xiyaneta PDK'ê, faşîzma AKP-MHP'ê" berz kirin.

Di meşê de Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze kom kirin.

Girseya ku bi zimanê Fransî daxwazên xwe yên ji bo azadiya Abdullah Ocalan anîn ziman gihîştin Meydana Vîeux Portê û li wir ji bo şehîdên şoreşê deqeyek rêz girtin.

Hevserokê Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk Erhan Tarhan di mîtîngê de axivî. Tarhan di axaftina xwe de bal kişand ser xiyaneta PDK'ê û daxuyand ku tifaqa faşîst AKP-MHP bi piştgiriya PDK'ê amadekariya operasyonê li hemberî tevgera azadiyê dike. Tarhan diyar kir ku divê gelê Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê dijîn li hemberî vê xiyanetê derkevin û ji her demê bêhtir xwedî li Tevgera Azadiyê derkevin. Tarhan di axaftina xwe de li ser serweta malbata Barzanî ya ku ji gelê Kurd dixiye jî rawestiya. 

Mîtîng bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

RENNES

Kurdistaniyên li Rennesê dijîn li qada Charles de Gaullesê hatin cem hev û xiyaneta PDK'ê ya bi dewleta Tirk re êrîşê dibe ser Tevgera Azadiyê şermezar kir. Kurdistaniyên ku heta qada Republiqueyê meşiyan xiyaneta PDK'ê şermezar kirin. Çalakî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla!", "Kujer AKP hevkarê wê PDK” û “Bimre xiyaneta KDP” bi dawî bû.

PARÎS

Li paytext Parîsê jî Kurdistanî daketin qadê û xiyaneta PDK'ê û êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk bi tundî şermezar kirin. Çalakiya ku ji hêla Konseya Civaka Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinan a Fransayê (TJK-F) hate organîzekirin bi sedan Kurdistanî beşdar bûn. 

Kurdistaniyên li Gare du Nordê hatin cem hev posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û flameyên PKK/YPG/YPJ'ê hilgirtin. Di çalakiyê de pankarta "Kurdistanê li hemberî dagirkerî û xiyanetê biparêzin" û bênavber dirûşma“Bimre xiyanet” berz kirin. Girse heta qada Stalingradê meşiyan û li vir daxuyanî hate dayîn. Hevserokê CDK-F'ê Necmettîn Demîralp diyar kir ku gelê Kurd ji ber xiyaneta PDK'ê gelek êş kişandine û bang li her kesî kir ku li hemberî xiyanetê dengê xwe bilind bikin.