Li bajarên Ewropayê êrîşên bi çekên kîmyewî hat protestokirin - HATE NÛKIRIN - I

Ji bo protestokirina sûcên şer ên dewleta Tirk û bêdengiya ku ev du sal in dewam dike, li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.

Çalakiyên protestoyî yên li dijî şerê qirkirinê ku dewleta Tirk ev du sal in li dijî gelê Kurd bi bikaranîna çekên kîmyewî didomîne û bêdengiya sazî û dewletên navneteweyî, li bajarên Ewropayê dewam dikin.

ATÎNA

Ji qada Syntagma a li ber avahiya Parlamentoya Yewnanistan a li paytexta Yewnanistan Atînayê, heta qada Sefaretxaneya Tirk meşek hat lidarxistin. Meş bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Navenda Çanda Kurd hat lidarxistin. Di meşê de êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û bêdengiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), Neteweyên Yekbûyî (NY) û NATO’yê hatin protestokirin.

Ciwanan bi hezaran belavokên ku êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk teşhîr dikin, belav kirin û ji bo li dijî bikaranîna çekên kîmyewî cilên spî li xwe kirin. Di meşê de dirûşmeyên “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne” û “Zap, Avaşîn, Metîna; berxwedana gerîla” berz kirin.

Meş li ber Sefaretxaneya Tirk bi dawî bû. Li vir Serxwebûn Amed li ser navê Komeleya Çanda Kurd, daxuyanî da çapemeniyê. Amed wiha got: “Koalîsyona faşîst a AKP û MHP’ê li ku derê darbe dixwe, li wir êrîşên bi hovane pêk tîne. Artêşa Tirk ev 40 sal in, çekên kîmyewî yên ji NATO û Emerîkayê distîne, li dijî Kurdan bi kar tîne. Dema fêm dike ku bindikeve, serî li rêbazên dermirovî dide. Rejîma Erdogan li Başûrê Kurdistanê li dijî şerê şervanên azada Kurd, ketiye nava çiravê û bikaranîna çekên kîmyewî li pey serkeftinê ye. Bi hevkariya PDK’ê û piştgiriya vê tifaqê ya ji aliyê hêzên din ve, di çarçoveya navneteweyî de sûcê şer tê kirin. Divê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Dewletên navneteweyî yên ku li hemberî şerê Ûkraynayê deng derdixînin, çima li hember çekên kîmyewî yên li dijî Kurdan tê bikaranîna kor, ker û lal bûne? Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên leheng û gelê Kurd hebe, wê berxwedana azadiyê jî dewam bike.”

Serxwebûn Amed di dawiya axaftina xwe de, bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku li dijî şerê qirêj dengê xwe bilind bikin.

CHÛR

Kurdistaniyên li bajarê Chûr ê Swîsreyê dijîn, li Bahnhofplatzê hatin ba hev. Di şexsê 17 gerîlayên ku di êrîşên bi çekên kîmyewî de şehîd bûn, ji bo bibîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Piştre Kûreyş Doymaz li ser navê Însiyatîfa gelê Kurd a Chûrê axivî. Doymaz got ku dewleta Tirk li ber çavê hemû cîhanê, li dijî zarokên Kurd bi rêbazên derhiqûqî şerê qirkirinê bi rêve dibe. Doymaz destnîşan kir ku divê di van êrîşên ku hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin de, civaka navneteweyî rabe ser pêyan û diyar kir ku gel wê xwedî li gerîla derbikeve.

Çalakî bi xwendina daxuyaniya bi Elmanî dewam kir.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên xwedî derketina li berxwedana gerîla, bi dawî bû.

ZÛG

Li bajarê Zûg ê Swîsreyê, Kurd û dostên xwe, bêdengiya saziyên navneteweyî ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî, bi mîtîngekê li Bahnhofplatzê protesto kir.

Metina daxuyaniyê yê ji bo çapemeniyê yê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî hatibû amadekirin, ji aliyê Endama Meclîsa Kantona Zûg a Partiya Sosyalîst Ronahî Yener ve hat xwendin.

Alî Omar, li ser Komuna Şehîd Koçer Dirêj, Huseyîn Îşlî, li ser navê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) axivîn û li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî banga piştevaniya bi gelê Kurd re li civaka navneteweyî kirin.

Nûnerên Partiya Keskan a Alternatîf jî piştgiriya çalakiyê kir.

Çalakî, bi berzkirina dirûşmeyên li dijî bêdengiya saziyên navneteweyî bi dawî bû.

LORÎENT

Êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên bi ser gerîla de, li bajarê Lorîent ê Fransayê, bi çalakiyekê hat protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarên Lorîent û Vannesê, saet di 19.00’an de li qada Arîstîde-Brîandê, hatin ba hev. Kurdistanî û dostên xwe, di çalakiyê de, wêneyên gerîlayên bi êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk şehîd bûne û pankartê li ser “Dewleta Tirk, çekên kîmyewî li dijî şervanên Kurd bi kar tîne“ nivîsandî, hildan û bi sedan danezanên ji aliyê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) hatibûn amadekirin, belav kirin.

Gava çalakiyê, li ser hev dirûşmeyên “Şehîd namirin“, “Erdogan kujer“, “Erdoganê dîktator“, “Bimire xiyanet“ û “Bijî Serok Apo“ hatin berzkirin.

Piştî rêzgirtina bi deqeyekê li qada mîtîngê, axaftin hatin kirin. Di axaftinan de wiha hat gotin: “Gelê Kurd ê bi rûmet, li dijî zext û pêkutiyan bi salan e li ber xwe dide. Li ber çavên cîhanê qetlîamên pir mezin kirin. Tevî ku gelê Kurd rû bi rûyê zext û qetlîaman dibe, li ber xwe dide. Gelê Kurd, ne yên li ber xwe dane û bedel dane, ji bîr dike, ne jî yên xiyanet bi têkoşîna azadiyê ya Kurd re kirine, ji bîr dike.“

Herî dawî, îşaret bi qetilkirina bi hovîtî ya 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin, hat kirin û hat destnîşankirin ku bêdengiya ji vê hovîtiyê re, tê wateya erêkirina wê û îzaha nekirina dengê xwe û ranebûna bi helwest nîn e. 

RENNES

Li bajarê Rennes ê Fransayê, Kurdistanî û dostên xwe, ji bo 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî û gazên jehrdar ên dewleta Tirk bi kar anîn, şehîd bûn, daketin qadan.

Meşa ji Place du Colombîerê dest pê kir, heta bi qada Repûbliqûeyê dewam kir. Gava meşê, danezan li kesên der û dorê hatin belavkirin. 

Di daxuyaniya li vê derê hat dayîn de, ev tişt hatin destnîşankirin:

“Dewleta Tirk, tevî hêza xwe ya şer û teknolojiya bi kar tîne, di şerê dagirkeriyê ku ji meha Nîsanê ta bi niha dike de, ji ber bi leşkerî û siyasî têk çûye îcar bi bikaranîna çekên kîmyewî, sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê dike. PDK, jî hevparê sûcê dewleta Tirk a hov e. Divê gelê Kurd bersiveke dîrokî bide, divê em li ber vî sûcê li dijî mirovahiyê li ber xwe bidin.“

Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku divê saziyên civaka sivîl û rêxistinên mafên mirovan, hew xwe bêdeng bikin û helwesteke eşkere li dijî sûcên dewleta Tirk ên li qadên gerîla, nîşan bidin.

Di çalakiyê de, dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla“, “PKK gel e, gel li vir e“, “Em hemû PKK ne“, “Bimire xiyanet“ û “Erdogan, bicehime ji Kurdistanê!“ hatin berzkirin.

KASSEL

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê, bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM), Kurd û aktîvîstên enternasyonal, saet di 17.00’an de li ber avahiya şaredariyê hatin ba hev û piştî axaftina destpêkirinê û belavkirina danezanan, saet di 18.00’an de dest bi meşê kirin.

Meş, li ber bandoyê hat kirin û li ser navê DKTM’ê axaftin hat kirin.

Di axavtinê de, îşaret bi pê hat kirin ku dewleta Elman, aboriya xwe li ser têkiliyên berjewendiyê yên qirêj ên bi Tirkiyeyê re ava kiriye û wiha hat gotin: “Bi piştgiriya bi çek û tankan a dewleta Elman, dewleta Tirk, dixwaze qira Kurdan bîne. Ji ber vê piştgiriyê, dengê xwe ji hovîtiya kîmyewî ya dewleta Tirk re nake. Banga me, li NY û OPCW’ê ew e ku bi erka xwe rabibin.“

Piştî axaftinan, çalakger, meşiyan Haûptbahnhofê, ji wê derê jî heta bi Rathaûsê meşiyan. Mîtîng, li Rathaûsê dest pê kir û sê saetan dewam kir.

VIYANA

Ciwanan, li Viyanaya paytexta Awûstûryayê, bi pêşengiya TCŞ’ê û TêkoJIN’ê, li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk, çalakiya bêîteatiya bi sivîlî li dar xist.

Ciwanên saet di 20.30’an de hatin ba hev, piştî xwendina daxuyaniyê, meşiyan, dirûşma “Berxwedana gerîla, berxwedana me ye“ berz kir, bombeyên deng û fişekên hewayî teqandin.

Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla“, “Bijî Serok Apo“, “Şehîd namirin“ û “Ewropa, bombebarana Tirk fînanse dike“ hatin berzkirin.

Ciwan, nêzîkê 20 deqeyan meşiyan û destnîşan kirin ku ew ê heta bi hetayê xwedî li berxwedana gerîla derbikevin.

GRAZ

Kurdistanî û dostên xwe ku li Haûptplatz a bajarê Graz ê Elmanyayê hatin ba hev, ji bo 17 gerîlayên bi êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk şehîd bûne, çalakiya protestoyî li dar xist. Di çalakiyê de dirûşmên “Şehîd namirin“, “Bijî Serok Apo“ û “Piştevaniya navneteweyî xurt bike“ hatin berzkirin.

Li mîtîngê danezan hatin xwendin. Halîs Sever ê li mîtîngê axivî, bal kişandin li ser bêdengiya saziyên navneteweyî ya li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk û got ku girtina ber li qirkirinê, bi têkoşînê pêkan e.

Çalakî, bi banga tevlêbûna meşa protestoyî ya navendî ku wê sibehê li Viyanayê bê lidarxistin, bi dawî bû.