Civînên gel li bajarên Gävle, Borlänge, Västerås û Karlstad ên Swêdê bi beşdariya Şêx Meqsud Xeznewî hatin lidarxistin.
Civînên ku di 29’ê Gulanê de li bajarê Gävle dest pê kir, di 30’ê Gulanê de li Borlänge û Västerås û 31’ê Gulanê jî li Karlstadê berdewam kirin.
Di civînan de pêşketinên dawî yên di têkoşîna azadiya Kurd de, girîngiya rêxistinê û berpirsiyariya parastina mîrateya şehîdan hatin nîqaşkirin.
Xeznewî diyar kir ku pêvajoya heyî krîtîk e û divê gelê Kurd yekîtî û rêxistina xwe xurt bike. Xeznewî ezmûna Rojava wekî destketiyek girîng bi nav kir û destnîşan kir ku parastina van destketiyan tenê bi têkoşîna hevpar û rêxistinek xurt pêkan e. Xeznewî, anî ziman ku xwedîderketina li nirxên şehîdan yek ji peywirên bingehîn a vê pêvajoyê ye.
Di civînan de, her wiha bal hat kişandin ser pêwîstiya xurtkirina yekîtî û hevgirtinê di navbera Kurdan de, yekbûna li dora armancên neteweyî yên hevpar û mayîndekirina ruhê neteweyî yê ku li Rojava derket holê. Xeznewî, bang li gel kir ku van destketiyan birêxistin bikin û biparêzin.