Li bajarê Lorîentê Kurdan name şandin ji NY’ê re
Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî, li bajarê Lorîent a Fransayê name şandin ji Neteweyên Yekbûyî re.
Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî, li bajarê Lorîent a Fransayê name şandin ji Neteweyên Yekbûyî re.
Kurdên ku li bajarê Lorîentê dijîn, ji bo xwedî li erka xwe derbikeve name şandin ji NY’ê re.
Komek Kurd li postaxaneya li navenda bajêr kom bûn û daxuyaniyek kurt dan. Çalakgeran peyam dan ku hetanî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe wê li qadan bin.
Piştre çalakgeran bi awayek komî name şandin ji NY’ê re.