Li bajarê Bolonyayê yê Îtalyayê jinan 4’ê Nîsanê pîroz kirin
Li bajarê Bolonyayê yê Îtalyayê jinên enternasyonalîst bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitl çandin.
Li bajarê Bolonyayê yê Îtalyayê jinên enternasyonalîst bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitl çandin.
Li bajarê Bolonyayê yê Îtalyayê jinên enternasyonalîst êvarî, bi wesîleya pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitl çandin.
Jinên ciwan di çalakiyê de ev daxuyanî weşandin:
“Me îro rojbûna Rêber Apo pîroz kirin. Ev îro ne bi tenê rojbûna Rêber Apo ye, di heman demê de di dîroka Kurdan de destpêka rûpelekî nû ye. Me îro li navenda bajarê Bolonyayê şitlên gulan çand û careke din Rêber Apo anî bîra xwe. Em hemû şehîdên şoreşê yên Kurdistanê jî bi bîr tînin. Şehîd axa me geş dikin, tevgera Kurd koka darê ye û Rêber Apo jî sembola me ye. Em gulên biçûk in ku, em şoreşên biçûk dikin û em bi hev re hene. Ji bo azadkirina Kurdistanê divê em dinyayê azad bikin. Ji bo azadkirina Kurdistanê jî divê em Kurdistanê azad bikin. Em ji we hemûyan re saleke nû dixwazin. Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê geş bikin.”