Li bajarê Bern û Baselê biryara Doza Geziyê hate protestokirin

Biryara ku di Doza Gezî de hat dayin li Kantonên Bern û Baselê yên Swîsreyê hate protestokirin.

Li Kantonên Bern û Baselê yên Swîsreyê biryara Doza Geziyê bi dirûşmeya "Berxwedana ji Gezî heta Kobanê wê bi ser bikeve, wê faşîzm têk biçe" hat protestokirin.

BERN

Çalakvanên ku danê êvarê bi pêşengiya SYKP'ê li ber Bahnhof a Bernê hatin ba hev, pankartên "Em hemû li Geziyê bûn", "Faşîst Erdogan" û "NATO fînanse dike, Tirkiye bombe dike" vekirin.

Hevserokê Damezirîner ê SYKP'ê Tûncay Yilmaz li ser navê welatiyên ku belavok li Swîsreyên derbas dibûn belav dikirin, daxuyaniyeke kin da û diyar kir ku AKP dixwaze atmosfereke mîna atmosfera di navbera hilbijartinên 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdara 2015'an de pêş bixe.

Yilmaz da zanîn ku AKP'ê li aliyekî Doza Geziyê weke hincet nîşan da û cezayên giran da şoreşgerên demokrat ên Tirkiyê û li aliyê din jî li Başûrê Kurdistanê operasyona leşkerî pêk anî. Yilmaz diyar kir ku AKP'ê bi van polîtîkayan starta hilbijartinê daye.

BASEL

Li Baselê jî gel li ber Markplatzê kom bû û pankarta bi nivîsa "Stop Erdogan, em Geziyê diparêzin" vekirin. Welatiyan ji bo demekê belavok li Swîsreyiyan ku di rê de de derbas dibûn belav kirin. Piştre daxuyaniya çapemeniyê ya hatibû amadekirin hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê û Kurdistanê di zanabûna lîstokên ku Erdogan û Tifaqa Komarê dilîzin de ne û hat gotin ku bi rexmê hemû zext û êrîşan jî berxwedana gelan didome.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Yên ku ji doza Geziyê hatin darizandin û cezakirin, ji bo nasname, çand û azadiya xwe li çiya û bajaran li berxwe dan, kulîlkên rûmet û berxwedana gelên Tirkiyê ne. Em ji parêzvanên demokrasî û azadiyê yên li Ewropayê dixwazin ku bi me re bikevin nava vê têkoşîna bi rûmet a gelên Tirkiye û Kurdistanê ya li dijî faşîzmê.”

Endamên Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê (ADGB) jî piştgirî dan çalakiya li her du kantonan.