Li bajarê Arnhemê bîranîna şehîdan

Vedat Welat, Alî Xebat Botan û Rênas Raperîn ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, li bajarê Arnhemê bi çalakiyekê hatin bîranîn.

Cesûr Vedat Welat (Abdulmûttalîp Dogrûcû), Alî Xebat Botan (Erdînç Bolcal) û Rênas Raperîn (Faîk Aydin) ên ku 10'ê Adara 2023'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, li bajarê Arnhem ê Hollandayê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hatin bîranîn.

Di çalakiya bîranînê de ku gelek kes lê amade bûn, ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.

Têkildarî jiyana Vedat Welat, Alî Xebat Botan û Rênas Raperîn axaftin hatin kirin.

Çalakiya bîranînê bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.