Li Awûstralya û Fransayê êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin

Li bajarên Melbourne ya Awûstralyayê û Toûloûse ya Fransayê êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin.

MELBOÛRNE

Li bajarê Melbourne yê Awûstralyayê Kurdistanî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û bikaranîna gaza kîmyewî daketin qadan.

Gel li ber postexaneya dîrokî ya Vîctorîa kom bûn û bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya bi zimanê Îngilîzî agahî dan derdorê.

Awûstralyayên derdorê jî peyama hevgirtinê dan meşvanan.

TOÛLÛSE

Li bajarê Toulouse yê Fransayê jî êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê hatin protestokirin.

Di daxuyaniya ku di çalakiyê de hat dayîn de hat destnîşankirin ku di şexsê PKK'ê de dixwazin tevahiya gelê Kurd tine bikin.

Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk dema ku li hemberî berxwedana gerîlayan nekarî encam bigre serî li êrîşên kîmyewî dide û peyama "Gel wê li cem gerîla be" hat dayîn.