Li Avusturya û Qibrisê êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin
Li Salzburg û Limasolê bi hezaran kesan êrîşên li ser Rojava protesto kirin.
Li Salzburg û Limasolê bi hezaran kesan êrîşên li ser Rojava protesto kirin.
SALZBURG
Li bajarê Salzburg ê Avusturyayê, ji bo bal kişandina êrîşên li ser Rojava, meşeke bi beşdariya nêzî du hezar kesan hate lidarxistin. Di çalakiyê de binpêkirinên mafên jinan û peyamên berxwedanê derketin pêş.
Meş saet 14:00’an destpê kir û ji bo şehîdên soreşê yek deqe rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê Tevgera Jinan Agirî Kobanê axivî û got ku êrîşên taybet yên li ser jinan armanc dikin îradeya gel bişkînin.
Agirî Kobanê bi mînakên wekî jineke ku bi zorê porê wê hatiye jêkirin, bal kişand ser êrîşên li ser azadî û rûmeta jinan. Û bal kişand ku ev hovîtî siyaseteke sîstematîk e, bi berxwedana rêxistinkirî û biryardar dikare were rawestandin.
Piştî axaftinê, meş ji Salzburg HBF’ê destpê kir û heta Residenzplatz’ê dewam kir. Gelê beşdar dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPG’ê”, “Bijî berxwedana YPJ’ê”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Gelê Kurd yek e” qîriya. Di meşê de bi ragihandinên bi Almanî, raya giştî ya Ewropayê li ser komkujiyên sivîlan ên ji aliyê çeteyan ve û êrîşên li ser jinan hate teşhîrkirin.
Çalakî li Residenzplatz’ê bi dirûşmeyan bi dawî bû.
LIMASOL
Li bajarê Limasol ê Qibrisê, bi sedan kesan êrîşên li ser gelê Kurd ê Rojava protesto kirin. Di çalakiyê de hişyarî hate dayîn ku agirbest zemînê ji bo ji nû ve rêxistinkirina DAÎŞ’ê amade dike.
Îro li Limasolê çalakiyek bi beşdariya bi sedan kesan hate lidarxistin. Beşdaran bi dirûşmeyan û nivîsên bi Îngilîzî bal kişandin ser qirkirina li Rojava û bang li civaka navnetewî kirin ku bikeve tevgerê.
Di çalakiyê de nûnerê PYD’ê yê Qibrisê Yasin Tarbuş axivî û agirbesta li Sûriye û Iraqê wekî amûrek ji bo ji nû ve rêxistinkirina DAÎŞ’ê bi nav kir. Tarbuş got: “Li Rojava gelê Kurd û sivîl rastî qirkirineke giran tên. Jin, zarok û kal û pîr tên hedefgirtin. Dewletan bêdeng dimînin, cîhan temaşe dike. Êdî bêdengî sûc e; bêalîbûn xiyanet e.”
Tarbuş her wiha bang li medyaya Qibrisê kir ku bûyeran bi awayekî objektîf bişopînin, sojê sivîlan nîşan bidin û pirsên ku rê li ber ji nû ve rêxistinkirina DAÎŞ’ê bigirin bipirsin. Û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev ne peyameke siyasî ye, bangewaziyeke ji bo parastina mirovahiyê ye. Parastina edalet, rûmet û nirxên mirovahiyê berpirsiyariya her kesî ye.”