Li Atînayê şehîdên meha Îlonê hatin bîranîn

Li Atînayê di şexsê berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin, ji pêşengên ciwanan Çiya Rizgar û fermandara YJA Starê Emîne Erciyes şehîdên meha Îlonê hatin bîranîn.

Li paytexta Yewnanistan Atînayê di şexsê ji berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek û ji pêşengên ciwanan Çiya Rizgar û endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîne Erciyes (Nazli Taşpinar) cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hatin bîranîn.

Bîranîna li komuna Lavrionê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Di bîranînê de peyama Rêber Apo ya ji bo Kurdistaniyên li Ewropayê hate xwendin û têkoşîna şehîdan hate silavkirin.

Di daxuyaniya bi navê komunê de hate gotin, "Em şehîdên xwe yên nemir çaran û şopdarên wan hevalên Çiya û Emîne careke din bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku hesreta wan pêk bînin."

Bernameya bîranînê bi nîşandana sînevîzyona li ser jiyana şehîdan dewam kir.

Bîranîn bi dirûşmên 'Şehîd namirin' û 'Jin, Jiyan, Azadî' bi dawî bû.