Li Atînayê li dijî erîşên kîmyewî stand hat danîn

Li Atînayê, li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li Herêmên Parastina Medyayê stand hat danîn û di standê de bikaranîna çekên kîmyewî hate teşîrkirin û li dijî qedexeya li ser PKK’ê jî îmze hatin berhevkirin.

Li Atînaya paytexta Yewnanistanê, êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li Herêmên Parastina Medyayê ku zêdeya şeş mehan e berdewam in, bi standa hat danîn, hatin şermezarkirin. 

Bi standa li qada Syntagmayê hat danîn, kesên li der û dorê di der barê mijarê de hatin agahdarkirin û belavok hatin belavkirin. Her wiha ji bo derxistina PKK’ê ji lîsta “rêxistinên terorî“ îmze jî hatin berhevkirin.

Hat diyarkirin ku wê stand heta bi 28’ê Cotmehê, her roj navbeyna saet 15.00-18.00’an stand vekirî be.