BI DÎMEN

Li Atînayê êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin

Kurd û dostên wan li Atînayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava protesto kirin.

Kurd û dostên wan bi pêşengiya RîseUp4Rojava (Înîsiyatîfa ji bo Rojava ser piyan) li paytexta Yewnanistan Atînayê hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava protesto kirin.

Çalakî li qada Monastîrakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG û PKK’ê hatin hildan. Ciwanan bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan.

Di çalakiyê de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” jî hate berzkirin û belavokên têkildarî sûcên şer ên Tirkiyeyê, hatin belavkirin.