Li Atînayê çalakiyên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî
Kurdan û dostên wan li qadên herî qelebalix ên Lavrîon, Spata, Gylfada û Markopolo yên girêdayî paytext Atînayê, bi çalakiyan bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî protesto kirin.
Kurdan û dostên wan li qadên herî qelebalix ên Lavrîon, Spata, Gylfada û Markopolo yên girêdayî paytext Atînayê, bi çalakiyan bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî protesto kirin.
Kurdan û dostên wan li qadên herî qelebalix ên Lavrîon, Spata, Gylfada û Markopolo yên girêdayî paytext Atînayê, êrîşên bi çekên kîmyewî yên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi çalakiyan protesto kirin. Çalakî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Navenda Çanda Kurd ve hate lidarxistin.
Li navendên Lavrîon, Spata, Gylfada û Markopolo û qadên qelebalix; Syntagma, Akdemîa, Muzeya Arkolojî ya Neteweyî û Lîmana Pîreas a Navneteweyî û 15 qadên cuda bi çalakiyan hat protestokirin. Di çalakiyên pankartên têkildarî durutiya NY, YE û NATO’yê hatin hilgirtin, ji bo protestokirin êrîşên bi çekên kîmyewî cilên spî li xwe hatin kirin û belavok hatin belavkirin.
Di çalakiyan de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi çekên kîmyewî yên qedexekirî komkujiyeke nû pêk aniye û hate gotin: “17 Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi vî awayî hatine qetilkirin. Dewletên Ewropayê bi taybet NY, YE, NATO û OPCW û saziyên navneteweyî û Rêxistinên li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Kurdan durûtiyê dikin.“
Her wiha ji OPCW’yê hate xwestin ku demildest bi peywîra xwe rabe.
Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Em ê bê Ocalan, cîhanê bi serê we de hilweşînin”, “Kujer Erdogan”, “Erdoganê terorîst ji Kurdistanê bi cehime”, “Dewleta Tirk a faşîst” û “Bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên li dijî dewleta Tirk û belavkirin bi hezaran belavokan bi dawî bû.