Li Arnhemê şehîd hatin bibîranîn

Li bajarê Arnhem ê Hollandayê Welat Sonmez, Kawa Takor, Elyasa Çîftçî û Hakîm Tekîn ên di 23’ê Kanûnê de li Zapê şehîd bibûn, bi çalakiyeke hatin bîranîn.

Bîranîna ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpê kir. Malbata Welat Sonmez jî tevlî bîranînê bû. Di axaftinên bîranînê de bal hat kişandin ser dilsoziya bi şehîdan û armancên wan ên têkoşînê.

Hevserokê DEM-NED’ê Engîn Yûrtsever di bîranînê de axivî. Yûrtsever diyar kir ku ew ê heta Kurdistaneke azad têbikoşin.

Çalakiya bîranînê bi pêşandana sînevîzyonê û dirûşmeyan bi dawî bû.