Li Arnhemê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd çalakî
Li bajarê Arnhemê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.
Li bajarê Arnhemê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.
Bi çalakiyekê li bajarê Arnhem a Hollandayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin û azadiya wî xwestin.
Çalakî li Wîllemspleînê hate lidarxistin. Di çalakiyê de bal kişandin li ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyê 27’ê Mijdara 2020’an li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin. Çalakgeran bang li Hollandayê kirin ku dest ji fînansekirina Tirkiyeyê berde.
Di çalakiya ku tekezî bi pêngava “Dem Dema Azadiyê Ye” kirî de, rapora CPT’î ya ku balê dikişîne li ser şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Îmraliyê bi bîr xistin.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.