Li Amûdê çalakiya konvedanê bi dawî bû

Çalakiya konvedanê ya li navçeya Amûdê di roja sêyemîn de bi dawî bû.

Li navçeya Amûdê bi boneya şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiya konvedanê ya bi sê rojan hatibû destpêkirin. Çalakî îro di roja sêyemîn de bi dawî bû. Şşêniyên bajarokê Topo yê girêdayî navçeya Amûdê, meclîsa navçeyê, şaredarî û ‎rêveberiyên komînan bi dirûşmên “Berxwdan jiyan e” beşdarî konê çalakiyê bûn.

Li vir endama rêvebera Meclîsa Navçeya Amûdê Medya Sado axivî. Medya Sado, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kir û got: "Erdogan bi nûnertiya komên xwe yên çete ‎weke DAÎŞ′ê bi bin ket, niha jî dê berxwedana gelên me êrîşên dewleta Tirk ‎têk biçin, me ev hêz û bawerî ji fikirên Rêber Abdullah Ocalan girtiye."‎

Li ser navê Komîngeha Şehîd Şerîf a navçeya Amûdê Ehmed Kobanê ‎axivî. Ehmed Kobanê anî ziman dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe dixwaze gelen herêmê koçber bikin û got: "Dewleta Tirk dixwaze destkeftiyên gelê herêmê ku êdî tehemûl nake, bi êrîşên xwe têk bibe." ‎

Ehmed Kobanê, berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocana silav kir û got: "Em xwediyê mîrasa şehîdan in, em ê bi ruhê berxwedanê bi ser bikevin, êdî bes e ji ‎qirkirinê re, êdî bes e ji dagirkeriyê re."‎

Çalakiya konvedanê bi axaftina li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Zîwer Elî bi ‎dawî bû. ‎