Li Londonê xwepêşandan: Li Helebê êrişên li ser Kurdan bisekinînin
Kurdên ku li Londonê dijîn, ji bo şermezarkirina êrişên giran ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê derketin kolanan.
Kurdên ku li Londonê dijîn, ji bo şermezarkirina êrişên giran ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê derketin kolanan.
Di 6'ê Cotmehê de, komên çekdar ên bi ser Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û bi piştgiriya Tirkiyê, dest bi topbarana giran li ser taxên Kurdan yên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin. Di encama êrişan de, gelek sivîl, di nav de zarok û kal û pîr, birîndar bûn. Deriyên ketin û derketina taxan hatin girtin, gihîştina xwarin, av û dermanên bingehîn li herêmê hate astengkirin.
Kurd û hevalên wan li ber Downing Street (Serokwezîrtî) kom bûn û bang li Hikûmeta Brîtanyayê kirin ku bêdeng nemîne û tavilê tevbigerin.
Di daxuyaniya ku li çalakiyê hate kirin de, hate destnîşankirin ku ev êriş hewldaneke eşkere ya jenosîdê li dijî gelê Kurd e.
Di daxuyaniya ku li ser navê Meclisa Gelê Kurd hate kirin de, ev bang hatin kirin:"Hikûmeta Brîtanyayê û Wezareta Karên Derve divê tavilê van êrişan şermezar bike, ji bo agirbestê û rakirina dorpêçan dest bi hewldanên dîplomatîk bike, li cem Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî korîdorên alîkariya mirovî bêne vekirin."
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin: "Ev êrişên hovane sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Bêdengî hevkarîya sûc e. Brîtanya, li gorî zagonên mirovî yên navneteweyî, neçar e ku tevbigere."
Di dema çalakiyê de, xwepêşandêran pankartên bi nivîsên "Dorpêça li ser Taxên Kurdan yên Helebê Rawestînin", "Bêdengiyê Bişkînin", "Azadî ji bo Rojava" û "Brîtanya: Niha bikeve tevgerê!" hilgirtin. Gelek caran dirûşmên "Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê!" û "Tirkiye ji Sûriyê derkeve!" hate qîrîn.
Daxuyaniya çapemeniyê ya ku li ser navê Meclisa Gelê Kurd a Brîtanyayê hate kirin, bi vê bangê li civaka navneteweyî bi dawî bû:
"Divê ambargoya li ser taxên Kurdan yên Helebê tavilê bê rakirin, hêzên hikûmeta demkî paş da vekişin û ewlehiya sivîlan bê misogerkirin. Bêdengî dê bibe sedema windakirina gelek canan. Niha dema tevgerê ye."