Li Îtalyayê çalakiyên ji bo piştgiriya bi Kurdan re

Li herêma Emîlîa Romagna ya Îtalyayê ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re çalakî hatin lidarxistin.

PARMA

Li bajarê Parma yê Îtalyayê, bi organîzeya Şaredariya Montechîaro û komeleya ANPÎ, têkildarî çalakiyên gel ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku bi pêşengiya jinan têne lidarxistin bi çalakiyekê agahî hatin dayin û piştgirî bi çalakiyan re hate nîşandan. Nûnerên gelek saziyên Îtalyayê û gelek kesayetî tevlî çalakiyê bûn.

Çalakiya ku nivîskar û derhênera Rojhilatî Fahrîboz Kamkar û aktîvîsta Îranî beşdar bûn, heta derengiya şevê dewam kir.

Fahrîboz Kamkar qala dîroka şoreşa Îranê û Rojhilatê Kurdistanê kir. Her wiha işaret bi êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê kir û bang li hikumeta Îtalyayê kir ku helwesteke çalak li hemberî vê yekê nîşan bide.

Li qada Garîbaldî ya Parmayê jî di çalakiya koma Donna în Nero de ku her Şemiyê li dijî şer û çekan tê lidarxistin, pankartên bi nivîsa "Jin, Jiyan, Azadî", "Destên xwe ji ser Kurdan vekişînin", "Gelê Kurd bi tenê nîne" û "Bazariyê li ser gelê Kurd nekin, ev ji bo Îtalyayê cihê şermê ye" hatin hildan. Çalakiya ku gelek kesî şopand, saetekê dewam kir.

BOLOGNA

Li bajarê Bologna yê Îtalyayê jî bi armanca piştgiriya bi karkerên otomotîv ên Fîrenze GNK û şermezarkirina buhabûnê û şer, meşeke dirêj hate lidarxistin ku bi deh hezaran kes tevlî bûn.

Di meşê de Rete Jin Bologna û Rete Kurdistan Emîlîa Romagna êrîşên bi çekên kîmyewî yên deweta Tirk şermezar kirin û bi alên PKK, YPG û YPJ'ê tevlî meşê bûn.