Li Îngilistanê li mal û kargehan kartpostala ‘Abdullah Ocalan’ hatin şandin

Ji bo işaret bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê kirin, li gelek bajarên Îngilistanê, kartpostalên Noel û sala nû ji bo mal û kargehan hatin şandin.

Li Îngilistanê çalakiyên di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de dewam dikin.Bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd li gelek bajaran bi taybet paytexta Îngilistanê Londonê, ji bo işaret bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê kirin, kartpostalên Noel û sala nû ji hezaran mal û kargehan re hatin dayîn.

Di kartpostalên bi sernavê “Ji Ocalan re azadî” ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd li ser bû de, xwestekên demokrasî û aşitiyê yên derheqê sala nû de hatin ragihandin.

Di kartpostalan de hat diyarkirin ku Rêberê Gelê Kurd 25 sal in li girtîgeheke li giravekê dîl tê girtin û wiha hat gotin, "Abdullah Ocalan siberoja bi rûmet a aştiyê ya gelê me ye."

20 HEZAR KARTPOSTAL

Tê plankirin ku li seranserê Îngilistanê 20 hezar kartpostal radestî mal û cihên kar bên kirin.

Hevserokê Meclîsa Gel a Kurd a Îngilistanê Seyît Suruç derbarê çalakiyê de ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku dema peyama pîrozbahiya Noel û sala nû didin, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê xwe jî tînin ziman.

Suruç, diyar kir ku xebat bi taybetî li Londonê û li 20 bajaran dewam dikin û got, “Li bajarên Exeter, Hull, Brîghto, Lîverpool û Manchesterê, li Edînburgh a Skoçyayê jî kartpostal tên belavkirin. Hevalên me li malên ku kartpostalan belav dikin, hem silavên Rêber Apo radigihînin hem jî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd vedibêjin.’’

‘EM Ê PÊNGAVÊ MEZIN BIKIN'

Suruç sala nû li gel pîroz kir û diyar kir ku divê gelê Kurd û dostên wan pêngava di 10'ê Cotmehê de hatiye destpêkirin bigihînin asta herî bilind û wiha got: “Nêzî 3 sal in tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Her kesê xwedî wijdan divê li hemberî vê tecrîdê bêdeng nemîne. Em ê pêngava ku ji bo azadiya Rêbertî û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin mezintir bikin. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e, azadiya gelê Kurd azadî û aştiya Rojhilata Navîn e. Em bawer dikin ku sala 2024’an wê bibe sala azadiya Rêber Apo.

‘EM SILAVÊN RÊBERTÎ RADIGIHÎNIN'

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Botan Amed ê ku kartpostal radestî mal û kargehan dike, diyar kir ku dîlgirtina Rêber Apo nayê qebûlkirin û got, “Em silavên Rêber Apo yên ji bo azadî, wekhevî û aştiyê ji hezaran kesî re dişînin. Gel Rêber Apo nas dike û rol û girîngiya wî ya ji bo aştiyê dizane. Em ê li hemberî faşîzm û hovîtiya dewleta Tirk serî netewînin. Heta Rêber Apo azad bibe em ê li her qadê berxwedan û têkoşînê mezin bikin."