Li Êrîvanê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn
Kurdên li Êrîvanê dijîn ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê civiyan.
Kurdên li Êrîvanê dijîn ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê civiyan.
Malbatên Şehîdan ên li Êrîvanê li Mala Gel şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn.
Parlementerê Kurd Kinyas Hasanov qala girîngiya şehîdan a ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê kir û got “Vê roja ku em şehîdên xwe bi bîr tînin ji bo me wateyeke xwe ya mezin heye. Şehîd her tiştê me ne. Heke em îro dikarin hebûna xwe biparêzin û li ser xwe ne, ev bi saya şehîdên me yên qehreman e.”
Di civînê de êrîşên li ser Avaşîn, Zap û Metînayê jî hatin şermezarkirin û berxwedana gerîlayan hate silavkirin.
Di civînê de cangoriyên qetlîama Hewlêrê ya di 16’ê Gulana 1997’an de hatin bibîranîn û xeta îxanetê hate şermezarkirin.
24 sal berê dema ku dewleta Tirk êrîş kiribû, hêzên PDK’ê girtibûn ser nexweşxaneya ku gelek gerîlayên birîndar lê tedawî dibûn û gelek sazî û dezgehên welatparêz. Di vê qetlîamê de 9 gerîlayên PKK’ê hatibûn kuştin, gelek birîndarên ku hatibûn destgîrkirin jî careke din tu agahî ji wan nehatibû stendin. Di wê demê de nêzî 80 kesên sivîl ji aliyê PDK’ê ve hatibûn qetilkirin.