Li Êrîvanê komplo hate şermezarkirin
Li Êrîvanê bi meşekê komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. Di çalakiyê de nameyek radestî Neteweyên Yekbûyî hate kirin.
Li Êrîvanê bi meşekê komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. Di çalakiyê de nameyek radestî Neteweyên Yekbûyî hate kirin.
Bi boneya 23’yemîn salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a ku bû sedema dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Êrîvanê meşek hat lidarxistin. Girseya meşê di saet 13.00’an de li qada Cûmhûriyetê li hev civiyan û heta avahiya Neteweyên Yekbûyî meşiyan. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Terorîst Tirkiye“ û “Terorîst Erdogan“ hatin berzkirin.
Meşvanan li ber avahiya NY’ê daxuyanî dan. Hevseroka Şêwra Gelê Kurd û Wekîlê Kurd Kinyas Hasanov, li ser navê Yekîtiya Jinên Azad Seyrana Celad û Hevserokê Komîteya Kurdistanê Sîlo Dîrboyan axaftin kirin.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku 15’ê Sibatê komploya navdewletiyan e û hêzên ku tevlî vê komployê bûne hatin şermezarkirin. Nûnerên Kurd bang li hêzên navneteweyî kirin ku piştevaniyê nedin êrîşên faşîst û qirker ên dewleta Tirk.
Piştî axaftinan, daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di çalakiyê de têkildarî Komploya 15’ê Sibatê û tercrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek ji nûnertiya Neteweyên Yekbûyî re hate dayîn.