Li Êrîvanê civîn: Dewleta Tirk ji bo gelên herêmê xeterî ye

Li paytexta Ermenistan Êrîvanê li dijî êrîş û polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk saziyên Kurd daxuyaniyek da çapemeniyê.

Li Ermenistanê li ser navê saziyên Kurd Hevserokê Şêwra Gelê Kurd Parlementer Kinyas Hasanov, Hevseroka Komîte Kurdistan Sîlo Dirrboyan û li ser navê Yekîtiya Jinên Azad jî endama KNK’ê Jenya Qadir tevlî daxuyaniya çapemeniyê bû.

Li gorî saeta herêmî saet 12:00’an daxuyanî li li navenda HAYAC pêk hat.

Di axaftinên hatin kirin de bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev hate gotin: “Ji bo me gelê Kurd Rêbertî ji bo me xwedî wateyek pir mezin e. Heta ku Rêbertî azad nebe, di serî de ne gelê Kurd û ne jî gelên herêmê azad dibe. Ji bo vê divê di esasê hemû xebatan de azadiya Rêbertî esas bê girtin. Ji bo jiyanek azad û demokratrîk Rêbertî di serî de ji bo gelê Kurd, gelê herêmê û mirovahiya cîhanê bûye hêvî. Tecrîdek mezin dewleta Tirk daniye ser Rêbertiya me. Dema vê dike di serî de hiqûqa xwe û hiqûqa navneteweyî binpê dike. Bang li CPT, sazî û dezgehên mafê mirovan dikin ku bi erka xwe rabin.”

Her wiha di berdewama axaftinan de qala êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî hate kirin û ev hate gotin: “Ev êrîş tê wateya ‘em ê gelê Kurd jî mîna gelê Ermenî qir bikin’. Ev operasyon ji operasyonên din cuda ne. Ev operasyon dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ye. Di serî de rêveberiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hinek derdor vê rastiyê nabînin û ji bo berjewendiyên xwe, xwe bêdeng dikin. Ev ne helwestekî rast e. Bang li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku li ser bingehê yekîtiya netewî li dijî êrîşên dagirker ên Tirk bi hev re tevger bikin. Çekên kîmyewî hatine bikaranîn di vê mijarê de bang li raya giştî ya cîhanê dikin ku hestyar bin.”

Di dewamê de ev hate gotin: “Dewleta faşîst a Tirk pey xeyalên Osmanî-Tûranî ne, êrîşên li Iraq, Sûriye, Lîbya, Yemen û Qerebax-Ermenistan li ser vî esasî ne. Dewleta Tirk ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelê herêmê xeterî ye. Divê dewletên herêmî û gel vê rastiyê bibîne û li gorî wê bikevin tevgerê û pêşiya polîtîkayên dewleta Tirk a faşîst bigirin.

Dewleta Tirk a faşîst li pêşiya azadiya gelan astengiya herî mezin e, li pêşiya azadiya jinê jî astengiya herî mezin e. Ji bo vê jin Kurd li dijî dewleta Tirk a faşîst îro têkoşînê dike, bang dikin ku bi jinên Kurd re di nava piştevanî û yekîtiya hêzê de bin.”

Di civînê de ji bo gelê Ermen jî ev bang hate kirin: “Kurd û Ermenî di dîrokê de bi hev re dijîn. Weke gel ti pirsgirêka me bi hev re nîne. Dewleta Tirk a dewama Osmaniyan dixwaze me qir bike. Ji bo vê qetlîamên mezin kirine. Bi vê têr nabe, bi şerê taybet yekîtiya nava gelan xirab dike û wan ji hev dûr dixin. Rêbertiya me ev rastî çawa tê kirin ji bo me gotiye. Li ser vî bingehî banga me ji bo gelê Ermen ev e; Dewleta Tirk a dagirker dijminê me yê hevpar e. Divê ji her demê bêhtir destê xwe bidin hev û tevger bikin.”