Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e
BI DÎMEN

Li 5 bajarên Swîsreyê çalakiyên ji bo Rojava

Li bajarên Fribourg, Martingny, Bern, Cenevre û Zurîh ên Swîsreyê êrîşên li ser Rojava û dorpêça Kobanê hate protestokirin. Dema ku tevlîbûna ji bo çalakiyên berdewam zêde dibin, eleqeya siyasetmedarên Swîsreyî û partiyên siyasî xurtir dibe.

Li gelek bajarên Swîsreyê li dijî êrîşên li ser Rojava û dorpêça li ser Kobanê çalakiyên protestoyî dewam dikin. Çalakiyên li bajarên Fribourg, Martingny, Bern, Cenevre û Zurîh ên Swîsreyê, bi tevlîbûn û piştgiriya ku zêde dibe, balê dikşîne.

LI FRIBOURGÊ MITÎNGEKÎ GIRSEYÎ HAT LIDARXISTIN

Li bajarê Fribourgê Kurdistanî û dostên wan bi armanca proestokirina êrîşên li ser Rojava, li qada festîvalê ya Les Georgesê mitîngek li dar xistin. Girseya ku li qadê li hev kom bûn, dirûşmeyên, “Gelê Kurd yek e” û “Bijî Berxwedana Rojava” berzkirin.

Çalakî bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir û gelek siyasetmedarên Swîsreyî axivîn.

Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê yê Fribourgê Jean-François Steiert, Serokê SP Fribourg Thomas Gremaud, Hevseroka Partiya Keskan a Fribourgê Margaut Chaudernat, endama Partiya Lîberal Yona Ducrest û Parlamenterê Partiya Navend a Fribourgê Vincent Pfister êrîşên li ser Rojava şermezar kirin û peyama piştevaniyê bi gelê Kurd re dan.

Di çalakiyê de siyasetmedara Kurd Nejdet Atalay, Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Orhan Hazar û Nûnera PYD’ê ya Swîsreyê Gulîstan Sadon axivîn. Tevî ku mitîng bi dawî jî bû, girseyê demek dirêj li qadê man û protestoyê domandin.

LI MARTIGNYÊ ÇALAKIYA PIŞTEVANIYÊ

Li bajarê Martigny ê Kantona Valaisê jî bi armanca piştevaniya Rojava li Stasyona Trenê ya Navendî çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de Nesîmî Guzel axivî û destnîşan kir ku parastina jiyana li ser bingeha azadî û wekheviyê ya li Rojava, berpirsyariy ahevoar a hemû hêzên pêşverû ye.

Piştre ji aliyê Sabrina Almahmoud ve daxuyaniya çapemeniyê ya bi Fransî hate xwendin. Di daxuyaniyê de bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirn ku piştevaniya bi gelê Rojava re mezin bikin û li dijî êrîşan bêdeng nemînin.

Di çarçoveya çalakiyê de bi pêşengiya Înîsiyatîfa Jinan a Leyla Kasim lîstikek hate pêşandan. Mijara lîstikê li ser têkoşîn û berxwedana azadiyê ya ku li Rojava bi pêşengiya jinan tê meşandin, bû. Çalakî piştî, çalakiya rûniştinê  bi dawî bû.

LI CENEVREYÊ HER ROJ ÇALAKÎ TÊN LIDARXISTIN

Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê jî Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên HTŞ, DAÎŞ û hêzên navneteweyî yên li ser Rojava, li pêşiya Stasyona Trenê ya Cenevreyê çalakî li dar xistin.

Çalakvanên ku tevî zarokên xwe hatin qadê, dirûşmeyên, “Rojava Rojhilatê Kurdistan yek welat e”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Mazlûm Abdî Şêr e” berzkirin.

Di çalakiyê de daxuyaniya çapemeniyê ya Fransî ji aliyê Laçîn Qamişlo ve hate dayîn. Qamişlo diyar kir ku gelê Rojava bi rojan in di bin dorpêçekî giran de ne û ji ber qutkirina enerjî û elektirîkê duh pênc zarok jiyana xwe ji dest dane.

Qamişlo diyar kir ku gelê Rojava li ber çavê cîhanê rastî pêkanînên ne mirovî tên û destnîşan kir ku çalakiyên wan wê heta bidawîbûna êrîşan dewam bike.

Her wiha 26’ê Çileya 2025’an salvegera rizgarkirina Kobanê ji DAÎŞ’ê hate bi bîr xistin. Di çarçoveyê de bang li hemû gel û dostan hate kirin ku tevlî çalakiya ku wê sibê were lidarxistin bibin.

Hate diyarkirin ku cih û saeta çalakiyê, wê ji aliyê Meclîa Gel a Kurdistaniyên Demokratîk li Cenevreyê ve were ragihandin.