Meclîsa Gel a Kurd a Brîtanya û Meclîsa Gel a Kurd a London tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên faşîzan ên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li ber avahiya Serokwezîrtiya Londonê hatin ba hev pankart û dowîzên nerazîbûnên nîşanî faşîzma AKP-MHP’ê dan vekirin, bê navber dirşmên ‘Bimre Faşîzim’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Terorîst Erdogan’ û ‘Kujer Erdogan’ qîr kirin.
Di çalakiyê de daxwaz ji Îngiltere hate kirin ku tavilê dawî li bazirganiya xwe ya çekên bi xwîn a bi Tirkiyeyê re bînin.
Hate gotin ku divê hiûmeta Îngilîzê li dijî êrîşên dagirkeriyê ya Tirk a li ser Kurdistanê helwest nîşan bide, û dirûşma ‘Şerm bike Borrîs’ qîr kirin.