Kurdistanî li ber avahiya NY’ê li dijî êrîşên kîmyewî dest bi çalakiyê dikin

Kurdistanî li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê dest bi çalakiyê dikin. Têkildarî çalakiyê peyama "Roja xwedîderketina li gerîla" hat dayîn.

Kurdistaniyên li Swîsreyê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevreyê, li dijî êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Parastinê yên Medyayê ku hêj dewam dikin, bi banga li dewlet û saziyên rayedar ên Ewropayê amadekariya çalakiya rûniştinê dikin.

‘DEMA XWEDÎDERKETINA LI TÊKOŞÎNA GERÎLAYAN E’

Konseya Kurd Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) têkildarî çalakiya rûniştinê ya 4 rojan a 26’ê Cotmehê roja Çarşemê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin, “Ji bo em bibin dengê gerîlayên azadiyê, niha dema xwedî derketina li têkoşîna gerîla ye.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gelê Kurd û gerîlayên azadiyê yên gelê Kurd di pêvajoyeke ku di dîrokê de bi êrîşên herî berfireh û dijwar re rû bi rû ne. Tecrîda li ser Rêberê me gihiştiye astên ku nayên fikirîn û nayên vegotin. Di heman demê de bi van êrîşan dixwazin gerîlayên azadiyê jî mîna Rêberê me bê nefes bihêlin."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku mêtîngeriya Tirk bi êrîşên çekên kîmyewî hiqûqa navneteweyî bin pê kiriye û hate destnîşankirin ku ev êrîş di asta sûcên li dijî mirovahiyê û şer de ne. Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Ev êrîş li ser esasê bi encamkirina 'komploya navneteweyî' û tasfiyekirina Têkoşîna Azadiyê ya gelê Kurd pêk tên. 

Gelê Kurd di berxwedana 50 salî ya ku Rêbertî daye destpêkirin de bi dehan konseptên êrîşê yên bi vî rengî hatine jiyîn, lê bi berxwedanê ev konsept hatine pûçkirin. Di ‘pêvajoya hebûn û nebûnê’ de Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybetî li Ewropayê dijîn ji bo parastina destkeftiyên xwe di nava berxwedaneke mezin de ne. Welatparêz Kurdistanê û dostên wan li dijî konsepta tasfiyekirinê ku ji 17’ê Nîsanê û vir ve dest pê kiriye, her roj li qadan in. Li dijî êrîşên tasfiyekirinê heta ku em azadiya Rêbertî misoger nekin, heta saziyên berpirsyar ên wekî CPT’î û OPCW erka xwe pêk neynin û rastiyan bi raya giştî re parve bikin û saziyên wek NY’ê û YE’yê li dijî Tirkiyeya faşîst helwestê nîşan nedin em ê li qadan bin.

‘DIVÊ HER KES TEV LI BERXWEDANÊ BIBE’

Li ser vê bingehê em ê careke din bi çalakiya rûniştinê, meş û mîtîngê ya 4 rojan li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, berxwedana mezin a gerîlayên azadiyê û Rêberê xwe ji tevahî cîhanê û saziyên pêwendîdar re biqîrin. Di 26-29’ê Cotmehê de em ê di bin her şert û mercî de parastina gerîlayên xwe bikin û li ber xwe bidin. Em bang li hemû Kurdistanî, welatparêz û dostên li Swîsreyê dikin ku tevlî vê çalakî û pêvajoya berxwedanê ya bênavber bibin."

Kurdistanî wê di 26-28’ê Cotmehê de li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê çalakiya rûniştinê li dar bixin û di 29’ê Cotmehê roja Şemiyê saet 12:00 de jî li ber Gara Trenê ya Cenevreyê meşek bidin dest pê kirin û li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî bi mitîngê bi dawî bibe.