Kurdên li Viyanayê ji bo Mexmûrê meşiyan
Kurdên li Viyanayê, ji bo protestokirina zext û hewlên dorpêçkirina li ser gelê Mexmûrê meş û mitîngek li dar xistin. Çalakvanan dan zanîn ku Mexmûr ku sembola têkoşîna 30 salan e ne bi tenê ye.
Kurdên li Viyanayê, ji bo protestokirina zext û hewlên dorpêçkirina li ser gelê Mexmûrê meş û mitîngek li dar xistin. Çalakvanan dan zanîn ku Mexmûr ku sembola têkoşîna 30 salan e ne bi tenê ye.
Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk ya Viyanayê, ji bo protestokirina zêxtên zêde dibe û hewlên dorpêçkirina li ser gelê Mexmûrê ya van demên dawîn ya bi biryra hevpar a Iraq, dewleta Tirk û Rêveberiya Herêma Federal li paytextê Avûstûrya Viyanayê meş û mitîngek li dar xist.
Di mitîngê de li ser navê Meclîsa Viyanayê ji aliyê Ahmet Zîrek û Nûrcan Guleryuz ve axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku di têkoşîna gelê Kurd de gelêMexmûrê xwedî roleke girîng e. Hate bibîrxistin ku gelê Mexmûrê di salên 1990’î de li hemberî valakirin û şewitandina gundan sekneke birûmet nîşan daye, li şûna koçkirina ji bo metropolên Tirkiyeyê yan jî Ewropayê li Kurdistanê mane; ev 30 sal in weke penaberan dijî û têkoşîna xwe didomînin.
Her wiha hate diyarkirin ku gelê Mexmûrê di sala 2014’an dema êrîşên DAÎŞ’ê de cihên xwe yên li wargehê neterikandine û bi lehengî li ber xwe daye. Rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) ku li hemberî waregha di bin kontrola NY’ê de erk û berpirsiyariyên xwe bi cih naynin, hatin rexnekirin û bang hate kirin ku li erka xwe rabin.
Piştî axaftinan girse, ji Neubaugasseyê heya Museumsquartierê meşiya. Meş, bi berzkirina dirûşmeyên weke ‘’Gelê Mexmûrê ne bi tenê ye’’ , “Bijî Berxwedana Mexmûrê” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.