Kurdên li Rûsyayê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Li herêma Saratovê ya Rûsyayê êrişên dagirker ên dewleta Tirk hate şermezarkirin.
Li herêma Saratovê ya Rûsyayê êrişên dagirker ên dewleta Tirk hate şermezarkirin.
Kurdên li navçeya Azînkî ya herêma Saratovê ya Rûsyayê êrişên li ser qada Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.
Hevserok Tahîr Fatoyev li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a navçeya Azinkiyê axivî û diyar kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a faşîst berxwedana gelê Kurd wê ji niha û şûnde jî bidome.
Fatoyev diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî di qanûnên navneteweyî de hatiye qedexekirin û îxaneta PDK û malbata Barzanî hate şermezarkirin.