Kurdên li Marsîlyayê: Em xwedî li berxwedana gerîlayan derkevin

Kurdan li Marsîlyayê êrîşên dagirker protesto kirin û berxwedana gerîlayan silav kirin.

Li Marsîlyayê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û êrîşên Elmanyayê ya li dijî saziyên Kurdan hate protestokirin.

Kurd û dostên wan tevlî çalakiya li qada Canabîereyê bûn.

Di mîtîngê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên PKK’ê hate hildan û sloganên ‘Erdoganê qatil’ û ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin.

Li ser navê NCDK’ê Erhan Tarhan axivî. Tarhan berxwedana gerîlayan silav kir û got “Her Kurdên xwedî rûmet divê xwedî li berxwedana gerîlayan derkeve û divê em tecrîda li ser Rêber Apo parçe bikin.”

Di dawiya mîtîngê de ji bo bîranîna şehîdên Gulanê banga tevlêbûnê hate kirin.”