Kurdên li Hannoverê ji bo Şengalê daketin qadan

Kurdistaniyên li Hannoverê dijîn li hemberî êrîş û gefên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê daketin qadan û gotin: “ Ji bilî berxwedanê tu alternatîfa me nîne.“

Kurdistanî û dostên wan yên li ber Haûptbahnhofê ya bajarê Hannover ê Elmanyayê li hev civiyan û hewldana dagirkirina Şengalê şermezar kirin. Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Hannoverê, Mala Êzidî ya Hannoverê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJE) ATÎK Hannover û NAV-YEK beşdarî çalakiyê bûn. Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.

Hevserokê Meclîsa DKTM'ê ya Hannoverê Xosnaf Ata diyar kir ku PDK'a ku bûye pêlîstika dewleta Tirk û artêşa Iraqê, careke din gihiştiye lûtkeya xiyanetê û got: "Eger ferman ji bo sultanan be, çiya yên me ne. Ji derveyî berxwedanê tu alternatîfa me nîne."

Çalakî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana gerîla” û ”Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok" bi dawî bû.