Kurdên li Ewropayê li qadan e: Em xwedî li berxwedana gerîla derdikevin
Kurdên li Fransayê li dijî êrişên qirkirinê û tecrîdê daketin qadan û berxwedana gerîla silav kirin.
Kurdên li Fransayê li dijî êrişên qirkirinê û tecrîdê daketin qadan û berxwedana gerîla silav kirin.
Kurdên li Ewropayê, li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk û tecrîda li Îmrlaiyê çalakiyên şermezarkirinê dewam dikin. Li Fransayê di çalakiyan de berxwedana gerîla hate silavkirin.
BORDEAÛX
Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger tecrîda li Îmraliyê û êrişên dagirkeriyê şermezar kirin.
Çalakî li qada Place de la Victoiere hate lidarxistin û ciwanan pankartên bi nivîsa "Ciwan Fedaiyên Rêber Apo ne", û "Liberte Pour Ocalan - N'est pas Seul" hildan.
Qisekeran diyar kirin ku yekane armanca desthilatdariya şer a AKP-MHP'ê dagirkirina Kurdistanê û qirkirina gelê Kurd e. Çalakgeran gotin, "Heta ku çeteyên dagirker ji welatê me bên avêtin em ê her kêliyê li her derê li ser piyan bin. Bi navê ciwanên Kurd ên welatparêz ên li Bordeaûxê, em gerîlayên li çeperan, li qadên azad şer dikin, silav dikin.
DRANCY
Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger li banliyoya Drancy a paytext Parîsê jî meşiyan.
Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin hildan.
Çalakiyê heta ber Şaredariya Drancy dewam kir. Ciwanan daxuyaniyek dan û biryardariya ji bo mezinkirina berxwedanê nîşan dan.