Kurdên li Ewropayê li dijî êrîşên kîmyewî çalakiyan li dar dixin – BLOGA ZINDÎ
Şerê qirkirinê yê bi çekên kîmyewî yên artêşa AKP-MHP’ê yê li Herêmên Parastina Medyayê, li gelek bajarên Ewropayê tê protestokirin.
Şerê qirkirinê yê bi çekên kîmyewî yên artêşa AKP-MHP’ê yê li Herêmên Parastina Medyayê, li gelek bajarên Ewropayê tê protestokirin.
21.45
LÎMASOL
Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, çalakiyek girseyî hat lidarxistin.
Gelek Kurdistanî bi bana Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê li ber Navenda Çanda Kurd a Theofîlosê hatin ba hev. Girseyê pankart û dovîzên ku êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker protesto dikin, hilgirtin û ji vir ber bi avahiya Şaredariya Lîmasolê ve meşiyan. Girseyê bê navber dirûşmyên “Tolhildan”, “Terorîst Erdogan, terorîst dewleta Tirk”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil” û “Bijî gerîla” berz kirin û kesên li derdor jî bi çepik û îşaretên serkeftinê piştgirî dan çalakgeran.
Meş li ber avahiya şaredariyê bi dawî bû. Girseyê li vir ji bo bibîranîna şervanên ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bûn, deqeyek rêz girtin.
Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat diyar kir ku dewleta Tirk her roj, hin sûcên din ê şer dike û wiha got: “Dema mijar dibe gelê Kurd û Kurdistan, hemû cîhan du ru dibe. Divê îro ev êrîşa ku bi awayek nemerdane tê kirin, weke êrîşek normal neyê dîtin; ev êrîşa qirkirinê ye.”
Serhat di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê li dijî rejîma faşîst û dagirker êdî bêdeng nemînin.
Çalakî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
21.17
MUNÎH
Ji bo protestokirina êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li dijî Gerîlayên Azadiya Kurd dike, li paytexta eyalteta Bavyera Munîhê meşek hat lidarxistin.
Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi sedan kes, li qada Sendlînger-Torê hatin ba hev.
Çalakger ji bo bal bikêşin ser kîmyewiyê, cilên spî li xwe kirin û wêneyên gerîlayên ku bi çekên kîmyewî şehîd bûn û dovîzên ku êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a faşîst û bêdengiya Ewropayê ya li hemberî vê yekê teşhîr dikin, hildan.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi karanîna çekên kîmyewî qetlîamek nû pêk anî ku herî dawî 17 gerîla di êrîşên bi çekên kîmyewî de hatin qetilkirin. Di serî de NY bêdengiya hemû saziyên siyasî û raya giştî ya navneteweyî hat şermezarkirin û banga bi cihanîna peywira xwe hat kirin.
Di tevahiya meşê de, dirûşmeyên “Kujer Erdogan”, “Terorîst Erdogan”, “Erdogan ê terorîst ji Kurdistanê bi cehime”, “Dewleta Tirk a terorîst” û “Bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên li dijî dewleta Tirk, bi dawî bû.
20.58
ATÎNA
Li paytexta Yewnanistan Atînayê, îro ciwanên Kurd car din daketin qadan. Ciwanan ji bo protestokirina êrîşên bi çekên kîmyewî û bêdengiya saziyên weke OPCW’ê, meşek lidar xistin. Meşa ku rastî eleqeyek mezin hat, bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
20.55
LOZAN
Li bajarê Lozan ê Swîsreyê Kurdistanî û dostên wan bi çalakiyekê, di serî de delweta Swîsre bang li saziyên rayedar û dewletan hat kirin ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bikevin tevgerê.
Kurdistanî û dostên wan li qada St Laûrentê hatin ba hev û wêneyên gerîlayên ku di êrîşên bi çekên kîmyewî de hatin qetilkirin, alên PKK’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, di çalakiyê de bênavber dirûşme hatin berzkirin.
Hevseroka CDK a Lozanê Hatîce Kandal got ku dema mijar dibe gelê Kurd û Kurdistan, cîhan hemû çav û guhê digire û wiha pêde çû: “Îro li dijî Kurdan kîmyewî tê bikaranîn. Lewma em li vir in. Li her çar parçeyên Kurdistanê şer heye. Di vî şerî de li dijî me, çekên kîmyewî tê bikaranîn. Tehemula me gelê Kurd nemaye. Ji bo me roj ne roja rûniştinê ye, roja daketina qadan e.”
Hevserokê CDK a Cenevre Mulkiye Aşirbaev jî bang li OPCW’ê û saziyên rayedar kir ku li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî, bikevin tevgerê.
Alî Orak jî li ser navê Federasyona Karkerên Koçber a Ewropayê axivî û got ku bi rêbazên dermirovî û sûcên şer li dijî gerîlayên ku parêzvanên aşitî û demokrasiyê ne, êrîş tên pêkanîn. Orak destnîşan kir ku divê her kes xwedî li berxwedana gerîla derbikeve.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
20.53
ZURÎH
Kurdistaniyên li Swîsreyê dimînin, qetilkirina 17 gerîlayan bi çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, bi meş û mîtîngekê li Zurîhê protesto kir. Bi hezaran kesên bi banga Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) li Rathaûsbruckeyê hatin ba hev, heta bi Helvetîaplatzê meşiyan.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan, Hevseroka CDK-S’ê Selma Surer axaftinek kir. Surer, îşaret pê kir ku dewleta Tirk li dijî gerîlayan çekên kîmyewî bi kar tîne û got: ‘’Bi çekên kîmyewî 17 gerîla şehîd bûn. Em li dijî vê êrîşa nemerdane xwedî li gerîla derbikevin. Cîhan ji vî sûcê li dijî mirovahiyê re, dengê xwe nake. Dewleta dagirker, ji vê bêdengiyê hêz digire û êrîşên xwe dike. Em ê li her derê dengê xwe derbixin û li gerîla bibin xwedî.’’
Bijîşkê Swîsreyî Josef Beppe Savary têkildarê bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê rapor amade kir û tevlî çalakiyê bû. Savary, destnîşan kir ku dewleta Tirk, çekên kîmyewî bi kar tîne û wiha got: ‘’Şandeya me, nîşaneyên kîmyewî bi dest xistin. Du sazî hene ku lêkolînê li ser van îdiayan bikin. Yek jê, OPCW ku navenda wê li Hollandayê ye, ya din jî Maseya Girtina Ber li Çekên Kîmyewî ya Neteweyên Yekbûyî ye. Li ser nîşaneyên me, hêj tu geşedanek çênebûye. Tevî ku agahiyên şênber hene, me ji vê bêdengiyê tu tişt fam nekir.’’
Savary, behsa serdana li Başûrê Kurdistanê û tiştên li wir qewimîne jî kir.
Metînê çapemeniyê yê li ser navê YJK-S’ê hatibû amadekirin, hat xwendin. Di metin de di serî de OPCW, bêdengiya saziyên navneteweyî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk, hat şermezarkirin û wiha hat gotin: ‘’Bila her kes li gerîla bibe xwedî, dengê xwe ji vî sûcê li dijî mirovahiyê re bike.’’
Piştî axaftinan girseya ku dest bi meşê kir, bi berzkirina dirûşmeyan bikaranîna çekên kîmyewî protesto kir.
Girse, li ber Dêra St. Jakob dest bi çalakiya rûniştinê kir û li qada Helvetîaplatzê mîtîng çêkir. Li ser navê Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) axaftinek hat kirin. Nûnerê HBDH’ê, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk, bang li her kesê kir ku tevlî çalakiyan bibin û ev gotin kirin: ‘’Pêkhatina şoreşê, bi berxwedanê ye. Komara Tirkiyeyê, ku li ber gerîla têk çûye, dixwaze bi çekên kîmyewî bigihîje encamê. Di serî de bajarên mezin ên Tirkiyeyê, divê mirov li her derê li dijî vî sûcê li dijî mirovahiyê, derbikeve qadan û li berxwe bide.’’
Hevserokê CDK-S’ê Îsmaîl Kardaş jî destnîşan kir ku gerîla li dijî êrîşan zû bi zû têk naçe û wiha got: ‘’Dewleta Tirk a dagirker ku bi bikaranîna çekên kîmyewî dixwaze bigihîje encamê, wê fam bike ku gerîla têk naçe. Kurd û dostên xwe, divê li her derê rabin ser pêyan û li gerîla bibin xwedî. Roj, roja berxwedanê ye. Hemû gelê me, divê li dijî vî sûcê li dijî mirovahiyê derbikeve qadan.’’
20.52
BORDEAÛX
Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê ji bo protestokirina dewleta Tirk a faşîst ku li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê çekên kîmyewî bikar tîne, mîtîngek hat lidarxistin.
20.51
BREGENZ
Li bajarê Bregenz ê eyaleta Vorarlberg a Awûstûryayê, ji bo Endama Akademiya Jineolojiyê û Rojnamevan Nagihan Akarsel ku bi awayek xayînane hat qetilkirin û 17 gerîlayên di êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, meşek hat lidarxistin.
Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî gerîla” hatin berzkirin.
Piştî meşê li ber Parlamentoya Eyaleta Vorarlbergê daxuyaniyek hat dayîn.
Mûnzûr Dersim li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vorarlbergê daxuyanî da. Dersim diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer ê navneteweyî ye û wê li dîwana Edaletê Laheyê, berpirsyar hesabê bidin û bang li OPCW’ê kir ku demildest peywira xwe bi cih bîne.
20.05
STOCKHOLM
Kurdistaniyên li Stockholmê dijîn bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Amarayê, ji bo protestokirina bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve meşek lidar xistin.
Îro danê nîvro li qada Norrmalmstorg a paytexta Swêd Stockholmê bi armanca şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî gerîlayên azadiyê çalakiyek hat lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Amarayê hat lidarxistin. Di çalakiyê de Endamê KNK’ê Karwan Seîd û her wiha endama TJK-S Jînê axaftin kirin. Di axaftinan de wiha hate gotin: “Beriya çend salan Rejîma Beşar Esed û Sedam Husên jî li Helebçe bombeyên kîmyewî bikar anîn. Îro jî Erdoxan ê dijminê gelê Kurd heman tiştî dike. Dewletên Ewropa mijar dema dibe berjewendiyên wan, bi awayeke şermokî hin tiştan dibêjin lê tu car helwesteke rast û di cih de raber nakin. Îro li ber çavê cîhanê sûc li dijî mirovahiyê tê kirin. Hemû dixtorên pispor jî dibêjin ku ev tawaneke pir mezine û pir xetere. Lê mixabin ne sazî û dezgehên dijî çekên kîmyewî ne jî tu dewletî heya niha tu helwest nîşan nedaye û her wiha bang li saziyên navneteweyî hate kirin ku li dijî sûcên şer ên ku Tirkiye li ber çavên cîhanê dike, deng derbixin.
Di çalakiya ku nêzê nîv saetê dewam kir de gelek wêneyên şoreşgerên ku bi çekên kîmyewî şehîd bûn û her wiha gelek alên PKK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Gerîla vîna gelê Kurd e”, “Erdogan dikuje, Ewropa bêdeng e”, “Erdogan û DAÎŞ heman tişt in”, “Tirkiye destê xwe ji xwîna Kurdan vekişîne”, “Erdoganê faşîst” û “Bijî berxwedana gerîlla” hatin berzkirin.
19.41
VIYANA
Kurdistanî, li Viyana ya paytexta Awûstûryayê, ji bo xwedî derketina li gerîlayên li dijî dewleta Tirk bi qehremanî şer dikin, daketin qadan.
Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Tûrhalli ku li ber girseya çalakger axivî, wiha got: “Roja xwedî derketina li zarokên xwe ye. Gazên kîmyewî ku li dijî zarokên me tên bikaranîn, ne bi dîn ne bi wijdan, bi tu awayî nabe ku bên qebûlkirin.’’
Çalakî sê saetan dewam kir. Ciwanan bi lixwekirina cilên spî yên temsîlî, bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî.
Çalakgeran, herî dawî darbestek li ber avahiya wezaretê danî û peyama geşkirina çalakiyan da.
Ciwanên Kurd ên li Awûstûryayê, wê di saetên şevê de meşek meşaleyî lidar bixin.
19.34
BÎELEFELD
Li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê, çalakiya protestoyî li îstasyona trenê bi tevlêbûna 200 kesan destpê kir. Çalakger li navenda bajarê derbas bûn û heta Kesselbrînkê meşiyan.
19.30
DEN HAAG
Kurdistanî li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Hollandayê û MED-DEM’ê, ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk a bi çekên kîmyewî, li Den Haagê meşiyan.
Meş heta li ber Dîwana Edaletê a Laheyê dewam kir û bênavber dirûşmeyên “Kujer Erdogan”, “Bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin.
Çalakger li ber avahiyê ji bo bal bikêşinin ser hovîtiya dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî, cilên spî li xwe kiribûn û xwe dirêjî erdê kirin.
19.29
OSLO
Kurdistaniyên li paytexta Norveç Osloyê dijîn û dostên wan, bi çalakiya ku ji aliyê NCDK-OSLO’yê ve hat lidarxistin êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a faşîst, li ber îstasyona trenê ya Osloyê protesto kirin. Çalakger ji bo bal bikêşin ser bikaranîna çekên kîmyewî, cilên spî li xwe kirin û maske dan ber ruyê xwe. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin.
19.28
LÎLLE
Êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk, li bajarê Lîlle yê Fransayê bi çalakiyan hat protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li qada Place de Repûblîqûeyê hatin ba hev, dovîz û pankartên ku êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk protesto dikin, hilgirtin. Çalakgeran bi findan “Şehîd namirin” nivîsîn û belavoka bi Fransî xwendin û belav kirin.
Çalakî bala gelê li derdor kişand û bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.
18:51
KOLN
Li bajarê Koln ê Elmanyayê, êrîşên bi çekên kîmyewî yên li hemberî gerîla, bi tevlêbûna NRW’ê bi meşekê hat protestokirin. Meş ji aliyê Federasyona Med û NRW û YJKE ve hat organîzekirin û li Ebertplatzê ji bo bibîranîna şehîdên azadiya Kurdistnê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di çalakiyê de pankartên ku bi Elmanî li ser hatibû nivîsîn “Êrîşên bi çekên kîmyewî rawestînin”, “Sûcên ên ku dewleta Tirk li hemberî Kurdan pêk tîne rawestînin” û “Tirkiye bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî sûcê şer dike. Divê OPCW bikeve nav tevgerê” û dovîz hatin hildan. Di çalakiyê de li ser esasê agahdarkirina raya giştî, axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi bikaranîna çekên kîmyewî ku li qada navneteweyî qedexe ye, qetlîamek nû pêk tîne û herî dawî 17 gerîla hatin qetilkirin. Hat destnîşankirin ku bikaranîna çekên kîmyewî ya ji hewayî ji aliyê dewleta Tirk ve, zêde bûye.
Di çalakiyê Hevserokê Kon-Med’ê Engîn Sever axivî û wiha got: “Gerîlayên azadiyê ev şeş mehin li çiyayên Kurdistanê, berxwedanek mezin raber dike. Dewleta Tirk ji bo şkandina vê berxwedanê, çekên kîmyewî yên qedexe bikartîne. Bi dehan hevalên me, di êrîşên bi çekên kîmyewî de şehîd bûn. Gelê Kurd wê xwedî li zarokên xwe derbikeve. Em soz didin Rêber Apo; em ê bibin guleya di çeka gerîlayan de.”
Hevseroka Fed-Med’ê Şevîn Sîncar jî ev tişt gotin: “Em her roj di ajansan de nûçeyên ku gerîla bi çekên kîmyewî tên qetilkirin, dibînin. Em desthilatdariya AKP-MHP’ê û malbata Barzanî ku van qetlîaman pêk tînin, protesto dikin. Em Kurd wê ji vir û şûn de, qadan bernedin û em ê bibin nefesa gerîla.”
Şafak Denîz jî li ser navê AVEG-KON’ê axivî û got ku dewleta Tirk hewl dide bi çekên kîmyewî gerîla têk bibe, lê bi tu awayî encam nagire.
Di meşê de bênavber dirûşmeyên “Gerîla”, “Bijî berxwedana Zap, Avaşîn û Metîna” û “Qetlîama li Kurdistanê rawestîne” hat berzkirin û meş li Roncalîplatzê bi dawî bû.
18.41
LONDON
Li paytexta Îngilistan Londonê li ser banga Meclîsa Gelê Kurd li ber avahiya BBC’ê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, meşek hat lidarxistin.
Beriya meşê polîsên Îngilîz hewldan ku mudaxeleyî al û pankartan bikin. Piştre bêdengiya BBC û ya bi dehan rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî, bi berzkirina dirûşmeyan hat şermezarkirin.
Di meşê de li qadên Oxford Cîrcûs û Pîccadîlly dirûşmeya “Wake ûp ÛK, stop sûpportîng Turkish state” hat berzkirin.
Çalakgerên li qada Trafalgar Sqûareyê ber bi pêş ve çûn, tevlî bi hezaran kesên ku qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê dewleta Îranê protesto dikin, bûn û polîtîkayên dewletên Tirkiyeyê û Îranê yên li dijî jinê şermezar kirin.
Çekdar Amara di protestoya girseyî de li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) axivî û destnîşan kir ku dirûşmeya “Jin jiyan azadî” li ser mîrateyên şehadetên jinên pêşeng ên şoreşger Sakîne Cansiz, Bêrîtan û Leyla Qasim û bi ruhê têkoşîna Tevgera Jinên Kurd a bi salane li dijî civaka zayendperest û mêrsewer, hatiye avakirin.
Çalakiya protestoyî bi berzkirina dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Turkish weapons oût of Kurdistan” û “Terrorîst Turkish state” bi dawî bû.
18.40
HAMBÛRG
Ji bo şermezarkirina êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Herêmên Parastina Medyayê, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê meşeke girseyî hat lidarxistin. Bi hezaran kesên ji Hambûrg, Kîel, Lubreck, Lunebûrg û Stadeyê hatin ba hev, dirûşmeyên ‘’Erdoganê kujer’’, ‘’Tirkiyeya terorîst’’ û ‘’Bijî berxwedana gerîla’’ berz kirin.
Meş, ji ber Navenda Trenan a Hambûrgê destpê kir. Di meşê de bi deqeyekê rêz ji bo şehîdên Şoreşa Kurdistanê hat girtin. Ji bo bal kişandina ser êrîşên kîmyewî, komeke Kurdistanî ya li rêza pêşîn a kortejê, cilên spî li xwe kirin.
Emîn Nûsaybîn ê li ser navê NCDK a Hambûrgê axivî, wiha got: “Roj roja derketina xwedî li gerilayên xwe û rûmeta xwe ye.’’ Nûsaybîn, banga tevlêbûna çalakiyan li Kurdistaniyên li dîasporayê kir.
Di danezana li ser navê Partiya Komunîst a Kurdistanê hat xwendin de, hat gotin ku berdêl çi jî bibe wê Kurd ji bo têkoşîn û azadiyê serî hildin.
Kurdistaniyan wêneyên gerîlayên şehîd hildan. Faşîstên Tirk provokasyon kirin. Girseyê, bi dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Bijî PKK’’ bersiva faşîstan da. Polîsên Elman dest neda faşîstan. Girseyê ji bo protestokirina helwesta polîsên Elman, çalakiya rûniştinê kir.
Meş li Gansemarktê bi dawî bû.
18.05
PARÎS
Li paytexta Fransa Parîsê, êrîşên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayan bi çalakiyek girseyî hat protestokirin.
Zêdeyî 6 hezar Kurdistanî di çalakiya ku ji aliyê CDK-F û TJK-F’ê hat organîzekirin de, herikîn qada Repûblîqûe ku yek ji qada herî qelebalix a Parîsê ye. Çalakgeran dovîzên ku êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk protesto dikin û pankartên ku li ser “17 berxwedêrên Kurd, di êrîşên bi kîmyewî yên Tirkiyeyê de şehîd bûn”, “Tolhildan”, “Bijî HPG” li ser nivîsî û wêneyên gerîlayên ku di êrîşên kîmyewî de şehîd bûn hildan.
Di tevahiya meşê de belavoka bi Fransî hat xwendin û belavkirin û her wiha dirûşmeyên “Tolhildan”, “Kujer Erdogan”, “Terorîst Erdogan”, “Dewleta Tirk a terorîst” û “Bijî berxwedana gerîla” berz kirin.
Girseya ku gihişt qada Bastîlle, li vir ji bo bibîranîna 17 gerîlayên ku di êrîşên bi çekên kîmyewî de şehîd bûn, deqeyek rêz girtin.
Piştre Hevserokên CDK-F’ê Xanê Akdogan û Abdullah Ulmez û li ser navê Meclîsên Komuna Şoreşger a Ewropayê daxuyanî hatin dayîn.
Xanê Akdogan di serî de 17 gerîla, hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û wiha got: “Dewleta Tirk a faşîst ku nikare li hemberî gelê Kurd û gerîlayên leheng bisekine, îro hewl dide bi çekên kîmyewî encam bi dest bixe. Me xaka tu kesê dagir nekiriye, ew xaka me ye. Dewleta Tirk a bê rûmet û hevkarên wê bila baş bizanin ku serkeftina wê ya gelê Kurd be. Me serî hilda, tu kes nikare li pêşiya me raweste. Me dîmenên gerîlayên ku şehîd bûn, temaşe kir; ji vê saetê û şûn de bila kes nebêje me rawerste, ji ber ku em bi mafin.”
Abdullah Ulmez jî axivî û got: “Dewleta Tirk a hov ev du salin, bi piştgiriya NATO’yê di serî de li Başûrê Kurdistanê dixwaze li hemû Kurdistanê gelê Kurd tune bike. Lê ji bîr dikin; Kurd car din destûr nadin qirkirinê. Wê dest nedin komkujiyên nû yên Helebçe, Zîlan, Agirî, Koçgirî û Dersimê. Dewleta Tirk li Kurdistanê sûcê şer dike. Weke Saddam dixwaze bi çekên kîmyewî, tune bike. Her kes bi zanîna vê rastiyê, bila berteka xwe raber bike. Bila demildest NY û OPCW tişta ku dikeve ser milê, pêk bîne. Hemû cîhan bêdeng bimîne jî, gelê Kurd bêdeng namîne.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.
17:51
STÛTTGART
Li Stûttgartê bi sedan Kurdistanî û dostên wan, êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker, bi meşekê protesto kirin.
Çalakî bi pêşengiya Însiyatîfa Jinan a Kurd a Stûttgartê hat lidarxistin û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stûttgartê û derdorên demokrat ên çepgir, piştgirî dan çalakiyê.
Çalakgeran pankartên “Jûstîce For Kurds” (Edalet ji bo Kurdan), “PKK von der EÛ Terrorlîste streîchen” (PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê derbixin) û “Neîn zûr Turkichen Învasîon von Sud Kurdistanê” (Li Başûrê Kurdistanê ji êrîşên Tirk re na) vekirin û ji bo bal bikêşinin ser êrîşên bi çekên kîmyewî, cilên spî li xwe kirin.
Qetilkirina gelê Kurd û xwezaya Kurdistanê ya bi çekên kîmyewî yên ku welatên Ewropa difiroşe, bi tundî hat şermezarkirin.
Çalakî tevî provokasyonên polîsan, li navenda bajar bi dawî bû.
17.47
DARMSTADT
Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê, bi hezaran kes li dijî bikaranîna çekên kîmyewî meşiyan.
Bi hezaran Kurdistanî ku li ber îstasyona navendî ya trenan a Darmstadtê hatin ba hev, ber bi Lûîsenplatzê ve meşiyan.
Ji Maînz, Hanaû, Mannheîm, Frankfûrt, Saarbrucken û Gîessenê jî kes tevlî meşê bûn.
Li qada Kurdistanî li hev civiyan, siyasetmedar Leyla Îmret axaftinek kir. Îmret, diyar kir ku dewleta Tirk her roj êrîşên bi çekên kîmyewî pêk tîne û destnîşan kir ku heta êrîş rawestin ew ji qadan naçin û got: “Divê em ruhê seferberiyê bibin di lûtkeyê re derbixin.’’
Çalakgeran bi hildana pankartekê mezin ê wêneyên 17 gerîlayên ku ji aliyê dewleta Tirk ve bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin li ser û dowîzên li ser şermezarkirina êrîşên kîmyewî meşiyan.
Komeke Kurdistanî ya li rêza herî pêş a korteja meşê, maskeyên gazê dan ber dev û difinên xwe û qetilkirina gerîlayan bi gazên bi jehrî ji aliyê dewleta Tirk ve li Kurdistanê, teşhîr kirin.
17.26
KOPENHAG
Kurdistaniyên li paytexta Danîmarka Kopenhagê dijîn, bi dostên xwe yên Danîmarkayî re, li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer ên dewleta Tirk a faşîst li dijî gerîla bikartîne, ji vestebro Torvê heta Axeltorvê meşek li dar xistin.
Di meşê de bênavber dirûşmeyên “Lîderê DAÎŞ’ê Erdogan”, “Kujerê zarok û jinan, Erdogan”, “Faşîst-dîktator Erdogan”, “Bêdeng mayîn bûyîna hevkarê sûc e-bêdeng nemîne” û “Bijî gerîla” hatin berzkirin.
Piştre di daxuyaniya hat dayîn de wiha hate gotin: “Rêveberiya Erdogan a faşîst sûcên dermirovî dike. Bi bombeyên kîmyewî û taktîk nukleer qadên gerîla bomberan dike û bi dehan gerîla bi awayek hovane qetil kir. Bi bikaranîna çekên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer, qetilkirina mirovan sûcek ê dermirovî ye û yanê qebûlkirin. Em Kurdistaniyên li Danîmarkayê dijîn, di serî de NY’ê, bêdengiya hemû saziyên siyasî û raya giştî protesto dikin û em bang li wan dikin ku bêdengiya xwe xera bikin û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”
17.20
MONTPELLÎLER
Êrîşên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayan, li bajarê Montpellîer bi hêrsek mezin hat protestokirin.
Li ser banga Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) ya “Em jiyanê li her qadê rawestînin”, girse li qada Comedy ku qada herîl qelebalix a bajêr e, hat ba hev.
Ciwanên Kurd ji bo bal bikêşinin ser bikaranîna çekên kîmyewî, cilên spî li xwe kirin û bombeyên sîs bikaranîn.
Di çalakiyê bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Gerîla rûmeta me ye” hat berzkirin û çalakî heta saetên dereng ên êvarê dewam kir.
17.19
FREÎBÛRG
Kurdistaniyên li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê dijîn, ji bo hesab pirsîna qetilkirina gerîlayên bi çekên kîmyewî, daketin qadan. Girseyê xwest ku demildest şandeyek biçe lêkolînekê bike û ji ber sûcên şer dewleta Tirk bê darizandin.
17.15
MARSÎLYA
Çalakiyên ji bo protestokirina bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gerîla, li bajarê Marsîlya yê Fransayê 5 roj in berdewam in. Îro bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) bi sedan kes li qada Vîeûx Portê hatin ba hev.
Girse, ji bo bal bikêşînin ser ser bikaranîna çekên kîmyewî, cilên spî li xwe kirin û ji mirovan xelekek çêkir. Çalakgeran, wêneyên gerîlayên bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin hildan û bêdengiya Ewropayê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî, bi dowîzan protesto kir.
Çalakgeran, piştre bi cilên temsîlî yên ji bo parastina xwe ji çekên kîmyewî xwe li erdê dirêj kir û bi belavkirina dûyekê rengîn bal kişand.
Di çalakiyê de li ser navê NCDK’ê axaftin hatin kirin û banga tevlêbûna merasîma bibîranînê ya wê sibê ji bo 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin li NCDK’ê ya Marsîlyayê bê lidarxistin hat kirin. Çalakî, bi berzkirina dirûşmeyên li dijî dewleta Tirk bi dawî bû.