Kurdên li Danîmarkayê wê piştgiriyê bidin van namzetan

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Danîmarkayê, eşkere kir ku di hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê de piştgiriyê bide kîjan namzetan.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) bi daxuyaniyekê ragihand ku Kurdên li Gladsaxe, Høje Taastrup, Albertslund, Ishøj, Brøndby, Vallensbæk, Hvidovre, Rødovre, Herlev, Ballerup, Lyngby, Glostrup, Gentofte wê di hilbijartinê de piştgiriyê bidin Alîkarê Serokê Partiya Gel a Sosyalîst Serdal Benlî.

NCDK'ê diyar kir ku li van herêmên Kurd lê zêde ne, wê dengên tercîhê diyarker bin, lewma bang li Kurdan hemûyan kir ku bi berpirsyarî tevbigerin.

NCDK'ê ragihand ku Kurdên li bajarên li Husum, Tingberg, Tårnby, Dragør, Valby, Amager, Frederiksberg, Østerbro, Vesterbro, Bispebjerg û Nørrebro jî wê piştgiriyê bidin namzetê Partiya Enhedslisten Îbrahîm Benlî. 

NCDK'ê diyar kir ku li Kopenhagenê jî wê piştgiriyê namzet Necla Baran.