Kurdên li Bordeaûxê êrîşên kîmyewî protesto kirin
Kurdên li bajarê Bordeaûx ê Fransayê dijîn, li pêşiya walîtiyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî şermezar kirin.
Kurdên li bajarê Bordeaûx ê Fransayê dijîn, li pêşiya walîtiyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî şermezar kirin.
Li dehan bajarên Ewropayê êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li hemberî gerîlayan çalakiyên protestoyî tên lidarxistin. Li bajarê Bordeaux ê Fransayê jî bi armanca protestokirina êrîşên kîmyewî, çalakvanan bi kincên spî li pêş avahiya Walîtiya Gîronde xwe dirêj kirin.
Di çalakiyê de li gel dovîz û pankartên têkîldarî êrîşê, wêneyên 17 gerîlayên ku bi gazên kîmyewî hatin qetilkirin, hate hilgirtin.
Di pankartan de bal kişandin ser êrîşên kîmyewî yên li ser Rojava.
Çalakvanan bang li saziyên NY, YE û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) kirin ku li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî bikevin tevgerê.