Kurdên li Bîel û Solothurnê: Ji xeynê berxwedanê tu rê nîn e

Li bajarên Bîel û Solothûrn ên Swîsreyê, Kurdan bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk li Herêmên Parastina Medyayê, protesto kirin. Kurdan di çalakiyan de banga tevlêbûna çalakiya 22’yê Cotmehê ya li Zurîh bê lidarxsitin kirin.

Li bajarê Bîel û Solothurn ên Swîsreyê Kurd daketin qadan û bikaranîna çekên kîmyewî bi çalakiyan protesokirin. Kurdan di çalakiyan de anî ziman ku ji xeynê berxwedanê tu rê nîn e û banga tevlêbûna çalakiya 22’yê Cotmehê ya li Zurîhê kirin.

BÎEL

Kurdistanî, li qada Bahnhofstarsse ya bajarê Bîel ê Kantona Bernê ya Swîsreyê hatin ba hev û bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk li Herêmên Parastina Medyayê, protesto kirin.

Beriya çalakiyê, şandeyeke ji Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkanê, dosyeya li ser bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk, da saziyên çapemenî û ragihandinê yên li bajarê Bîelê. Şandeyê, ji rayedarên saziyan xwest ku sûcên li dijî mirovahiyên yên dewleta Tirk ji xwe re bikin rojev.

‘KURD BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ TÊN QETILKIRIN‘

Kurdistaniyan, ji bo balê bikêşin ser bikaranîna çekên kîmyewî, berdilkên spî li xwe kirin û alên PKK’ê û KCK’ê li hildan. Di çalakiyê de berxwedana gerîla hat silavkirin, ji bo gerîlayên ji ber êrîşa kîmyewî şehîd bûne û hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bi deqeyekê rêz hat girtin. Bi pişt re, Hevserokê Navena Civaka Kurd a Bîelê Ahmet Kaya, axivî. Kaya anî ziman ku Kurd berê di bîrên asîdê de, niha jî bi çekên kîmyewî tên qetilkirin. Kaya diyar kir ku haya cîhanê ji bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk heye lê ji bo berjewendiya xwe çavên xwe jê re digirin. Lê ku Kurd bi nîşandana bi xurtî ya bertekan, dikarin cîhanê bi liv û tevger bikin.

‘JI XEYNÊ BERXWEDANÊ TU RÊ NÎN E‘

Nûnerê PYD’ê Abbas Omar jî anî ziman ku divê mirov bi xwe birêxistinkirinê bibe bersiv ji bo pêvajoyê û got: “Civaka Navneteweyî, bi salan e dengê xwe ji mirina Kurdan re nake. PKK, li dijî vê bêdengiyê ava bûye. Ji xeynî berxwedanê me tu rê nîn e.“

‘NEBIN ŞIRÎKÊ QETILKIRINA KURDAN‘

Di axavtinên ji aliyê aktîvîstên Komîteya Piştevaniya bi Rojava re ya Çiyayê Jûra ve hatin kirin de îşaret bi wê yekê hat kirin ku dewleta Swîsreyê bi peymanên çek û bazirganiyê dibe şirîkê qetilkirina Kurdan û wiha hat gotin: “Di serî de AXA û Credît Sûîsse, divê bankayên Swîsreyê dawî li peymanên xwe bi dewleta Tirk re bînin û nebin şirîkê qetilkirina Kurdan.“

Piştî xwendina metinê bi Elmanî yê ji bo çapemeniyê, çalakî, bi berzkirina dirûşmên ji bo derketina xwedî li têkoşîna gerîla, bi dawî bû.

SOLOTHÛRN

Kurdistaniyên li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê, qetilkirina 17 gerîlayan bi çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve, bi daxuyaniya çapemeniyê protesto kir.

Kurdistaniyên li Kreûzackerplatz a li bajarê Solothûrnê hatin ba hev, ji bo şehîdên Kurdistanê bi deqeyekê rêz girtin. Di daxuyaniya li ser navê Meclîsa Gel a Şehîd Firaz Dag a Solothûrnê, ji aliyê Kaya Demîr ve hat dayîn de, hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker bi bikaranîna çekên kîmyewî, sûcên li dijî mirovahiyê dike û banga têkoşîna li dijî vê êrîşa nemerdane, hat kirin.

‘EM Ê ÊRÎŞAN Û HEVKARAN TEŞÎR BIKIN‘

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S), Sozdar Sîdar axaftinek kir. Sîdar bi lêv kir ku para hêzên navneteweyî ku dengê xwe ji dewleta Tirk a dagirker ku gerîla bi çekên kîmyewî qetilkirin re nakin û ya PDK’ê jî di van êrîşan de heye û wiha got: “Gerîlayên Kurd, bi nemerdî tên qetilkirin. Divê Kurd hemû li gerîla bibin xwedî. Divê saziyên Ewropayê hew xwe ker bikin. Em ê heta hildana tola şehîdan li qadan bin. Em van êrîş û hevkarên êrîşan teşhîr bikin.“ 

Siyasetmedarê Kurd Demîr Çelîk ê di çalakiyê de axivî û got ku roj ew roj e ku Kurd bi hev re li ber êrîşên nemirovî rabin.

Di çalakiyê de yek bi yek navên gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûne, hatin gotin. Wêneyên gerîlayên şehîd hatin hildan. Banga tevlêbûna çalakiya navendî ya wê roja Şemiyê li Zurîhê bê lidarxistin jî hat kirin.

Çalakî, bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin“ û “Bijî berxwedana gerîla“ hat bidawîkirin.

BANGA TEVLÊBÛNA ÇALAKIYA LI ZURÎHÊ

Banga tevlêbûna çalakiya 22’yê Cotmehê ya Zurîhê ya Greva Avûhewayê ya Swîsreyê li dijî çekên kîmyewî ye hat kirin

Li dijî bikaranîna Çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastina Medyayê û qetilkirina 17 gerîlayan, bi pêşengiya saziyên Kurdan li Swîsreyê wê 22’yê Cotmehê roja Şemiyê li Zurîhê çalakiya protestoyî ya navendî bê lidarxistin.

Înîsiyatîfa Greva ji bo Avûhewayê, banga tevlêbûna çalakiya wê roja Şemiyê saet di 15.30’an de li qada Rathaûsbruckeeyê bê lidarxistin, kir.