Kurdan li Parîsê DYE protesto kirin
Ji ber ku DYE pêşengên gelê Kurd kiribû hedef, Kurdan li Parîsê DYE protesto kirin.
Ji ber ku DYE pêşengên gelê Kurd kiribû hedef, Kurdan li Parîsê DYE protesto kirin.
Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye çalakgerên Kurd wekî her hefte îro jî li pêşiya Konsolosxaneya DYE hatin ba hev û ji ber biryara wê ya li ser pêşengên Kurdan DYE protesto kirin.
Gelê Kurd li pêşiya Konsolosxaneya DYE hatin ba hev û pankartên ‘Her sê rêveberên Kurd ji bo nirxên mirovî têdikoşin’ û ‘Çavê xwe vekin! Terorîstên mezin ev in’ vekirin. Çalakgeran posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dowîzên bi Fransî hildan.
Çalakgeran belavoka bi Fransî xwendin û diyar kirin ji bo ku biryara dermirovahiyê ya li ser Mûrat Karayilan, Cemîl Bayik û Dûran Kalkan were sekinandin, ew ê her pêncşem li pêşiya Konsolosxaneya DYE çalakiyê bikin.