Kurdan li Helsînkî biryara DYE’yê ya ji bo pêşengên Kurd protesto kirin

Kurd û dostên wan ên li Helsînkî dijîn bi daxuyaniyekê biryara DYE’yê ya li ser sê pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê protesto kirin.

Kurdıstanî û dostên wan ên li bajarê Helsînkî ya Fînlandiya li pêşiya Sefaretxaneya DYE’yê hatin ba hev û bi daxuyaniyekê biryara DYE’yê ya li ser 3 pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê Cemîl Bayik, Duran Kalkan û Mûrat Karayilan protesto kirin.

Daxuyanî bi zimanê Îngîlîzî hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê DYE dawî li hevkariya xwe ya li gel Tirkiye bîne ku li dijî Kurdan sûcê şer pêk tîne.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê tavilê DYE biryara xwe li ber çavan re derbas bike û betal bike.

Di dawiya çalakiyê de 150 nameyên têkildarî mijarê ji bo Qesra Spî hatin şandin.