Kurdan bang li NY’yê kir: Nebe şirîkê sûc

Kurdên li ber Nûnertiya NY‘ê ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê çalakiya rûniştinê li dar xistin, bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku nebin şirîkê êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk.

Bi pêşengiya Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê, di 26’ê Cotmehê de çalakiya rûniştinê hat destpêkirin. Çalakî, wê sê rojan li ber ofîsa NY’yê dewam bike. Roja Şemiyê wê bi meşa li ber avahiya Serkomîseriya Bilind a Mafên Mirovan bi dawî bibe.

Kurd û dostên wan, tev li çalakiyê bûn. Pankartên ji bo teşhîrkirina êrîşên kîmyewî yên li dijî gerîla, di çalakiyê de hatin hildan. Çalakgeran, ji bo şehîdan bi deqeyekê rêz girt û ji bo protestokirina nekirina dengê xwe ya NY’yê pişta xwe dan NY’yê.

Kasim Erîk ê li ser navê CDK’ê di çalakiyê de axivî û got: “Em ne ji NY’yê ne ji jî dewletên din ji xeynê mafê xwe tiştekî naxwazin. Daxwaza me ew e ku berpirsyariya xwe bi cih bînin.“

Hevseroka CDK ya Cenevreyê Mulkiye Aşirnaev jî axivî û got: “Dewleta Tirk, bi destên rejîma faşîst a AKP/MHP’ê, Başûrê Kurdistanê dagir dike û hiqûqa şer a navneteweyî binpê dike.“ Aşirnaev diyar kir ku dewleta Tirk, li dijî gerîla, gelê sivîl û yên ji bo azadiyê têdikoşin terora dewletê ya herî tirsnak pêk tîne.

Di danezana li çalakiyê hat xwendin de, bertek hat nîşandan ku êrîş bi piştgiriya NATO’yê tên kirin. Di danezanê de wiha hat gotin: “Rejîma Tirk ku ji ber bêdengiya rêxistinên navneteweyî wêrek dibe, sala 2022’yan ji bo Başûrê Kurdistanê konsepteke nû ya şer amade kir. Ev konsept, bi bikaranîna bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî tê pêkanîn. Herî dawî 17 gerîla bi heman çekan hatin qetilkirin.“

Di danezanê de ev bang hatin kirin û hat gotin: "Heta ku li hemberî rejima Tirk û artêşa Tirk bertekên tund neyên kirin, wê van sûcên hovane bidomînin.

Em, bang li gelê xwe û mirovên xwe şoreşger, demokratîk û pêşverû dibînin, dikin ku li dijî van sûcan rabin ser pêyan û dengê xwe bilind bikin. Em Kurdistanî, bang li gelê xwe dikin ku li her derê zend û bendan badin û bang li saziyên navneteweyî yên wek OPCW’ê jî dikin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabibin.“