Kurd xwe amadeyê protestokirina Peymana Lozanê dikin

Komîsyona Dîplomasiyê ya KNK’ê, ji bo konferansa ku wê 22-23’yê Tîrmehê bê lidarxistin, li hev civiya. Di civînê de peyam ji bo têkoşîna hevpar hat dayîn.

Civîn li navenda Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku li Bruksela paytexta Belçîkayê ye hat lidarxistin, ji her çar parên welêt nûnerên rêxistinên Kurdan bûn beşdar li civînê. Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), GORAN, Koma Civakên Kurdistanê (KCK), Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) û nûnerên gelek sazî û rêxistinan hatin civînê. Di civînê de planê dawîn ê amadekariyan hat sazkirin.

Konferansa Lozanê, wê 22-23’yê Tîrmehê li Lozanê bê lidarxistin. Tê payîn ku 24’ê Tîrmehê li navenda bajêr meşeke navendî ku ji hemû Ewropayê kes tev lê bibin, bê kirin.

 ‘DIVÊ EM BI HEV RE TÊBIKOŞIN’

Civîn, bi rêzgirtina ji bo şehîdên Doza Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Li ser navê YNK’ê Blese Jabar Ferman, Serokê Daîreya Têkiliyên Derveyîn ên Rêveberiya Xweser a Rojava Abdulkerîm Omer û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar civîn bi rê ve bir.

‘WÊ KONFERANSA DAWÎN BE ’

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs axavtina destpêka civînê kir. Karamûs, bi bîr xist ku wan heta bi niha gelek forûm, konferans û çalakî li dar xistine û wiha got:

 ‘’Armanca me ya sereke ya niha, konferansa navneteweyî ya mezin e ku wê 22-23’yê Tîrmehê bê lidarxistin. Ev konferans, wê ya dawîn be. Di vê komîteyê de nûnertiya hemû par û derdorên Kurdistanê tê kirin.

Bi vê rêyê, em dixwazin qetlîaman bi civaka navneteweyî bidin zanîn. Hemû ked û xebata me ji wê boneyê ye.’’

‘LOZAN JI BO KURDAN KARESAT E’

Blese Jabar Ferman ku li ser navê YNK’ê li civînê bû, anî ziman ku Peymana Lozanê ji bo Kurdan karesat e û ev gotin kirin: ‘’Sed sal in ev karesat berdewam e. Gelê me mexdûrê vê peymanê ye. Divê dawî lê were.’’

Ferman, îşaret bi neyartî û xayintiya navxweyî ya Kurdan jî kir û destnîşan kir ku divê dawî lê bê anîn.

Fuad Cemal ku li ser navê GORAN’ê axivî, bal bir ser rewşa Başûrê Kurdistanê û got: ‘’Pirsgirêkên bi hikumeta navendî re cidî ne. Ên ku dibin sedema mezinbûna vê krîzê zirarê didin gelê me.’’

 ‘PDK’Ê XWE DAYE DESTÊN DEWLETA TIRK’

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî wiha got: ‘’PDK’ê û bi taybetî Malbata Barzaniyan, bi leşkerî û istixbarat, wan xwe daye destên dewleta Tirk.’’

 Kartal, wiha bi axaftina xwe de çû:

 ‘’Dewletên serwer ji bo têkbirina têkoşîna Kurdan, li hemû polîtîkayên xwe dewam dikin. Lê gelê me li çar parên Kurdistanê li ber xwe dide.’’

Piştî axaftinan ji bo rêzeçalakiyên li Lozanê, plan hat sazkirin.

Serokê Daîreya Têkiliyên Derveyîn ê Rêveberiya Xweser a Rojava Abdulkerîm Omer, bang li Kurdan kir ku 24’ê Tîrmehê biçin Lozanê.